Monday, April 11, 2011

CAPK piştgiriyê dide bangewaza Roja Mafê Mirovan li Kurdistanê

Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê (CAPK):

Piştgiriya bangewaza Roja Mafê Mirovan li Kurdistanê pêwîstiyek civakî ye

Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê (RMMK) 6 salan berî niha di 9ê Nîsana 2005an de li Rojhilatê Kurdistanê hat damezrandin. Di van 6 salên borî de RMMKê wek saziyek serbixwe û ne dewletî li ser pêvajoya sîstematîk a binpêkirina mafê mirovan li Rojhilatê Kurdistanê gelek xizmetên giring û berbiçav kirine. RMMK bo berevanîkirin ji mafê mirovan li Kurdistanê ku heman maf in di Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan de hatine, gelek ked daye. Hewldanên RMMK ji bo parastina hemû mafên mirovî û azadiyên bingehîn yên gelê Kurd li Îranê li gor peyman û konvansyonên navneteweyî yên mafên medenî, siyasî û herwiah mafên civakî, aborî û kultûrî bo me wek Civaka Aştî û Pêşveçûna Kudistanê (CAPK) cihê rêzgirtinê ye.

Çalakvanên Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê, di salên borî de ji ber xebat û çalakiyên xwe berdewam ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ketine ber pêla sîstematîk a girtin, îşkence û cezayên giran. Nimûna herî berçav 11 sal cezayê girtîgehê bo Serokê RMMKê Mihemedsidîq Kebûdvend ye ku niha di zindanên Komara Îslamî de di rewşeke gelek nebaş de ye û herwiha 4 sal cezayê girtîgehê bo Kawe Qasimî Kirmaşanî û gelek xebatkarên vê saziyê. Em van zext û givaşan li ser serok û çalakvanên RMMK şermezar dikin.

Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê wek saziyek serbixwe ya sivîl, civakî, kultûrî û siyasî u di beşek ji karê xwe de kerameta mirov, mafê takekes, azadî û pîvanên mafê mirovan ji xwe re bingeh digre, di 7mîn salvegera avabûna RMMKê de piştgiriya xwe dide bangewaza serokê girtî yê Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê Mihemedsidîq Kebûdvend ji bo diyarîkirina roja 9ê Nîsanê wek Roja Mafê Mirovan li Kurdistanê.

Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê wan armancên ku RMMK di bangewaza nû ya xwe de xistiye rojevê, giring dihesibîne û bo pêşxistina pîvanên mirovatiyê û mafê mirovan ji bo bihêzkirina bingeha parastina aştî û bi hev re jiyana aştiyane di navbera gelan, civakan, sazî û dezgehên siyasî, civakî û kultûrî de li Îran û Rojhlatê Kurdistanê bilind dinirxîne. Ji ber ku hewldan û cihgirkirina demokrasiyê wek zaminê aştî û mafê miroan li herêmê, xebat di rêya cihgirkirina aştiyê û ji nav birina tundûtûjiyê, dabînkirina mafê mirovan li Îran û Kurdistanê, mafê diyarkirina çarenûsê bo gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û mafê wekhev yê Kurdan bi neteweyên din ên deverê, wekheviya mafê jin û mêran di civakê de û bidestveanîna mafên mirovî yên jinan li Kurdistanê û berevanîkirin ji hemû maf û azadiyên mirovî û bingehîn yên mirovan bê berçavgirtina tu cudahiyekê beşek ji wan armancan in ku Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê amade ye ligel RMMK û hemû sazî û komele û grûpên din bo dabînkirina wan tekoşînê bimeşîne.

No comments: