Monday, April 11, 2011

Blair: Rojava dixweze rejîma Îranê biguhere

Dengê Azad - Avestakurd: Serokwezîrê Berê yê Înglistanê Tony Blair diyar kir ku guhertina rejîma Îranê karê herî giring yê welatên Rojavayî ye.

Tony Blair di gotûbêjekê de derbarê guhertinên devera Rojhilata Navîn û welatên erebî di gel CNN'ê, destnîşan kir ku guhertinên gelek mezin li devera han rû dane û Hikûmeta Îranê di hewla berfirehkirina destêwerdana xwe li welatên erebî de ye.

Blair wih pê de çû, em di vê baweriyê de ne ku guhertina rejîmê li Îranê karekî herî giring e ku me bi dahatiya deverên hêvîdar dike, ji ber hindê pêkhatina karekî wiha bo Rojava meremeke gelek giring e.

Hêjayî gotinê ye ku gelek welatên erebî li hemberî destêwerdana Îranê di pirsên hundir yên welatên xwe de dilgiraniya xwe nîşan dane.








No comments: