Friday, April 22, 2011

Nîştiman

Sefiye Xalidî

Berê şevek tarî bû jîna me hat


Xewa giran de man,bo roj nehelat

Me got ji bîra xweda çû resma dinê

Na! tobe bawer nakim vê gotinê

Xwedayê mezin dihebîne hemû dila

Dilên şewitî û cihêl, wekî gula

Em jî şa bin xweda bime ye

Xweda rêberê Şev û rojên we ye

Felek xayîne û qeder dike şer

Gel xweşiyên dinê, bi kul û keser

Rêz bi rêz bûme hatin ew jan û derd

Ka aw û dan, nekir çare esman û erd

Kuştin! şewitandin ! xweşî birin

Ker ker bûn cerg û hinav, zarok mirin!

Kanê rondik? Şûna wan xwîn dirêjî

Kanê dayîk? ber cûna wê tû gêj î

Ax ! ji bîra we ye bejna xortên ciwan

Birîndar bû xwîşik man dil bi kovan

Gula helal nav mêrga tê hejmarê

Zor in şehîd kes nahête hewarê

Ciwane dayîka nîştiman, bejna te

Çav binêre bibînin, em cejna te

Ji bîr nakin mêraniya xanê Lepzêrîn

Tu sax kirî nav dujminên har û dîn

Rizgarî û serkevtin bo te îna

Xuya kir hebûna te dinav dîl û dîna

Piştî çend salan kirin şer û xebat

Lepzêrîn çû, simko şûna wî hat

Piştî wan, ji welat bû Axin û hewar

Em man nav derd û kulan bendewar

Behr û çiya bûn kal û zarokên min!

Bê deng birin! bê reng kirin rûkê min!

Dîsan ala kesk, sor û zer hildan!

Hezaran can li riya te ji dil dan!

Tev mirov in, dixwazin welatê xwe

Bang didin em dikin xizmeta xwe

Bextewer bû nîştiman bêkes nema

Şêr û beraz hatin rê, hewes nema!

Ji te re xweda hezaran şiyan anî!

Wek Şêx Seiîd, qazî û barzanî !

Mêr û jin bûne kevir pêş dujminan

Can gorî bûn! xeyal man bo torinan

Şoreş kirin li hember dujminê zorbêj

Birr birr kirin ew neyarên çîr dirêj!

Tola wan hilda xwedayê dilovan

Azad bû başûr, roniya Kurdistan!

Iro maye Rojava, Bakûr û Rojhilat

Parçe, parçe namîne ew ala welat

Kawil nabe qesra dilê me Kurda

Xirab bike koşka xeman ey xweda

Kela dilê xwe ez çawa xilas kem?!

Çawa mêrxas û şêrejinên te nas kem?!

Maç bikem dest û pêyên wan egîdan!

Pêşkêş bi welat, ne girî, kenî dan

Hêvîdar im bikey govend ne tazî

Wek kela Helebçe, nekey tu gazî

Serşor bin, hemû gavan dujminên te

Bêne ser cih, şirîn xeyal û xewnên te

Yarmetî û yekîtî û aşitî

Xwezî ew roj, ew xweşî bo me hatî

Dîsan ey zana, cotyar û kedkar

Bibihîzin wan qêrînan, hûn nebin înkar

Çol û çiya resma dinê têgihîşt

Wextê dara zulm û derdan baş gihîşt

Biken şoreş û exsîr azadkirin

Geş kin welat heya roja ku dimirin

Çi tali û çi reşatî nabin sax

Nehên dûkel û agir, ne toz û ax

Bêjn wan kesên nezan û kedfiroş

Tu car nekin hûn bê welat avê hinoş

Hişyar in em, dujminê xayîn jibir neke

Narazên em, nîştiman xwe dûr neke


çavkanî: Duheftînameya Agirî hejmar 157

No comments: