Sunday, April 10, 2011

‘Dibe ku li Îranê Şêrko Maarîfî bê darvekirin; Divê em tiştekî bikin!’

Dengê Azad / RûdawPlatforma Darvekirinan Rawestînin, eşkere kir ku li Îranê 132 kes li benda darvekirinê ne, yek ji wan jî xortê Kurd Şêrko Maarîfî ye ku hatiye ragehandin dê 1ê Gulanê were darvekirin. Platformê ji raya giştî ya cîhanê xwest ku bibe asteng li pêşiya darvekirinan.

Platforma Darvekirinan Rawestînin, ragehand ku li Komara Îslamî ya Îranê di 2010an de 211 kes, ji ber îdîayên ku tawan kirine bi darvekirinê hatine mehkûmkirin, 59 kes hatine efûkirin lê 132 kes ku di nav wan de xortê Kurd Şêrko Maarîfî jî heye di hundirê hefteyên dahatû de dê bên darvekirin.

Rêxistinê, li gor agahiyên ku ji Rêxistina Efûyê ya Navdewletî wergirtine, daxwiyand ku dewleta Îranê dê di 1ê Gulanê de Şêrko Maarîfî yê 32 salî darveke û bang li raya giştî ya hemû cîhanê kir ku li pêşiya darvekirinan bibe asteng.

Platforma navbirî wiha dibêje: ‘’Bi vî awayî mirovek dê li ber çavê mirovayetiya cîhanê bi destê dewletê bê kuştin. Tê gotin ku hê gelek mehkûmên din jî bo mirinê di sirayê de ne. Em wek kesên dijî sezayê darvekirinê, em qebûl nakin 132 mirovên ku Maarîfî jî di nav wan de ye bên darvekirin. Em ji vê cinayeta ku dê bi destê dewletê bê kirin re dibêjin ‘na’.’’

Mebest bala Yekîtiya Ewrûpa bikşînin, darvekirinan rawestînin
Rêxistinê bibîrxist ku gelek kes bi îdîayên cinayet, maddeyên hoşber, fihuş, zina, tawanên dijî exlaq, tawanên dijî Xwedê, guhertina dîn, opozîsyona siyasî, homoseksueltî û zêde bikaranîna alkolê rûbirûyê darvekirinê dibin, ji ber Îranî û Kurdên Ewrûpa ji van pêşhatan dilgiran in meha borî di ser partiyan re bi awayekî ku hemû mexdûrên vê wehşetê li xwe bigre bi navê ‘’Stoppt den Hinrichtungen im Îran’’ platformek damezrandine.

Maarîfî, di sala 2008ê de bi îdîayaên ‘’Çalakiyên dijî ewlekariya dewletê’’ û ‘’Dijayetiya Xwedê’’ kiriye hat girtin. Maarîfî di 2009ê de sezayê darvekirinê wergirt û dema daxwaza wî ya efûyê hat redkirin, ji aliyê dadgeha bilind ve sezayê darvekirina wî hat pesendkirin.

Platform, bi rêya medya dixwaze bala Yekîtiya Ewrûpa, rayedarên dewletan û dezgahên cor bi cor bikşîne, da bangan cidî wergirin û darvekirinan rawestînin.

Alinak: Divê em tiştna bikin
Li gor malpera bianetê, Berdevkê Hewldana Bila Ciwan Nemirin Çira Venemirin (GEOS) Mahmut Alinak jî partiyên siyasî, rewşenbîr û raya giştî piştgirî xwest û got: ‘’Ji bo Şêrko Maarîfî da neyê darvekirin divê em hinek tişt bikin.’’

Alinak wiha axifî: ‘’Em kêliyekê wiha hest bikin ew benê ku dê bixin stoyê Şêrko Maarîfî di stoyê me de ye. Em bînin ber çavê xwe ku di stoyê kur, keç û kesên em ji wan hez dikin de ye. Em wiha xeyal bikin hezkerên me bi benekî û vîncê ve girêdayî bi ezab dimre.’’

Mahmut Alinak da zanîn ku ji bo ew xort û kesên din neyên darvekirin di bernameya wan de heye ji Qersê heta Gurbulak Deriyê Sînor ê Îranê meşeke protestoyî ya 10 rojan lidarbixin, piştî gehiştin Gurbulakê çend rojan çalakiyên rûniştinê encam bidin û li ber deriyê Neteweyên Yekgirtî jî hinek çalakiyên sivîl saz bikin.

No comments: