Monday, March 28, 2011

Bexşdariya Sîlwana Zordariyê li werzêrên deverê dike

Dengê Azad - Kurdıstanmedia: Heyameke Bexşdarê devera “Sîlwana” ser bi bajarê Urmiyê, Yehya Xosrewzade, givaşek zêde xistiye ser cotkar û werzêrên deverê.

 
Li gor rapora Kurdistanmedia.com, navbirî bi hêcetên weke “herêma cadê” ewlehiya organên ser bi hikûmetê û ..., îzna çandin û mifahstandin ji zeviyên derdora sêraya Rajanê nade xelkê wê deverê û pêşî ji avakirina xaniyan jî di wê herêmê de digre. Ewa jî di demekê de ye ku hejmarek ji xwedîzewiyan bi armanca çareserkirina wê pirsê, heyamek berî niha, nameyek bo “Beyta Rehberî” û “Deftera Serokkomarî”ê şandibûn, lê heya niha tu bersivek wernegirtine.

No comments: