Monday, March 28, 2011

Jı ber beşdarîkirin li Newroza Bakur sedan kes li Mako û Bazirganê bo navendên ewlehiyê hatin gazîkirin

Dengê Azad - Kurdistanmedia: Hêzên Ewlehiya Komara Îslamî ya Îranê çendîn kes ji welatiyên bajarên Mako û Bazirgan li Rojhılatê Kurdistanê bi hêceta beşdarîkirin di rê û resma Newrozê li Bakûrê Kuedistanê hatin girtin.


Li gor rapora Kurdistanmedia.com, roja duşem berwar 28’ê Adarê, hêzên Îtilaata rejîma Komara Îslamî li bajarên Mako û Bazirganê di riya telefonê pêwendî bi pêtir ji 200 kes ji Kurdan kirine û daxwaz ji wan kirin ku bi pasport xwe serdana îdareya Ewlekariya wan du bajaran bikin. Piştî seredana welatiyn Kurd bo îdareya Ewlekariyê, çendîn kes hatin girtin.


Li gor çavkaniyê, mebesta hêzên Îtilaatê ji wî karî, peydakirina wan kesan bûye ku bo beşdarîkirin li rêûresma Newrozê seredana Bakûrê Kurdistanê û bi taybetî bajarê “Doxa Bazîd” kiribûn, hatin binçavkirin û piştre şandin girtîgehê.

No comments: