Thursday, March 24, 2011

Hewildan Bona Çekdarkirina Kurdan Li Rojhilatê Kurdistanê

Azad Kurdî
Her ji destpêka serkar hatina rejîma Komara Îslamî li Îranê di sala 1357’an ya Rojî (1979)de, berpirsiyarên vê rejîmê dest dan serkut û qirkirina neteweyên Îranê nemaze Kurdan ku weke geleke amafxwaz herdem di çepera şoreş û berxwedana azadîxwaziyê de bona bidestveaîna mafê neteweyî têkoşîna azadiyê meşandiye û li hember zilm û zordariyê bêdeng nemaye. Rayedarên vê rêjîmê bi avakirin û çêkirina çend organ û saziyên ne qanûnî weke Sipaha Pasdaran, Komîteya Şoreşa Îslamî û Hêza Besîc, hewla vê yekê dan ku her bizav û tevgereke gelî ku li hundirê Îranê serî hilde, qir bikin û bifetisînin. Ew organ û sazî li ser ferman û biryara Xomeynî, rêberê olî yê rejîmê piştî bidestvegirtina desthilatê di sala 1358’an de ava bûn. Hêzeke din jî bi navê Sipaha Quds bona operasyon û şopandina armancên vê rejîmê yên gemar li derveyî sînorên Îranê ava bû ku niha li Îraqê û çend welatên din yên Rojhilata Navîn di xizmeta pêşdebirina siyasetên rejîma Îslamî a Îranê de operasyonên terorîstî rêve dibe.

Gund, dever û bajarên Kurdistana Îranê herdem armanca vê siyaset û stratejiya gemar û bêyom a rayedarên rejîma Komara Îslamî bûne. Nêzîk 30 sala ye ku rayedarên vê rejîmê bi hemû metod û awayekê di hewl û bizava bihêzkirin û berfirehkirina xebat û çalakiyên hêza dijî gelî a bi navê Besîc de ne, lê nekarîne hêj bi awayê hewce wê armancê bişopînin û serkevin. Ji ber ku Hêza Besîc beşekek sereke ji Sipaha Pasdaran e ku di bin ferman û emrê rêberê olî yê Komara Îslamî de dixebite û endambûn di Hêza Besîc de tê vê wateyê ku takekes tevlî refên hêza tepeserker a Sipaha Pasdaran dibe ku weke hêzeke terorîstî, dijîgelî û dijî Kurdistanî tê naskirin û kar dike. Lewra armanceke sereke û mezin a rayedarên Komara Îslamî ew bûye ku keç û xortên Kurd di Hêza Besîc de bikin endam û bi vî awayî tevlî hêza terorîst a Sipaha Pasdaran bikin û di 30 salên borî de hêza sereke a qirkirina Kurdan, kavil û wêrankirina gund û bajarên Kurdistanê û herwiha îdam û girtin û îşkencekirina xelkê Rojhilatê Kurdistanê bûye. Ji ber vê yekê ye ku endambûna di van hêzane de, nemaze di Hêza Besîc de ku di bin rikêf û fermana Sipaha Pasdarên xwînmij û cinayetkar de ye, li cem xelkê azadîxwaz û şoreşger yê Kurdistanê weke qebahet û kareke bêyom û dûr ji rêbaza Kurdayetiyê û heta îxanetê tê binavkirin.

Di van çend salên dawiyê de, berpirsiyar û endamên van hêzane li her 4 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê dest bi liv û tevger û komployên xwe yên gemar û qirêj kirine û bi xurtî û berfirehî bona rakişandina law û qîzên Kurd di nav van hêzane de dixebitin.

Cihê kêfxweşî û şabûnê ye ku serbarê xebat û çalakiyên berdewam ên van hêzane li Kurdistanê, daxwazî û hewlên wan hatine û tên mandel û betal
Publish Post
kirin û gellek bi kêmî bersiva wan hêzên terorîst û Kurdkuj tê dayîn û herdem tevî berxwedana qehremanane û şoreşgerane ya xelkê Kurdistanê berbirû bûye û dibe. Lewra di van 1-2 salên borî de, Sipaha Pasdaran û Besîc bi rêya kirêgirtiyên xwe berdewam li gund, dever û bajarên Kurdistana Îranê paropagandayê bona endambûna keç û xortên Kurd di nava van hêzane de dikin, gellek caran jî li gellek gund û deverên Kurdistanê bona meşandina komplo û bernameyên xwe gef û hereşeyan ji xelkê dikin û bi girtin, kuştin û gefan ji xelkê dixwazin ku xelk tevlî hêzên Sipaha Pasdaran û Besîc bibin.

Ji ber pirsgirêkên aborî, kêmdahatî û her wiha betalî û bêkariya pirraniya keç û xortên Kurd li hemû parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, berpirsiyarên Hêzên Besîc, Sipaha Pasdaran û hêzên Ewlekariyê hinek taktîk bona rakişandian xelkê girtine pêşberî xwe. Taktîkên weke dana miaş û heqdest ji 50 heta 500 hezar tûmenî, rêvebirina festîval û pêşbirkêyên çandî, werzişî, sefer û geriyan ji bo seyrangehan, kilasên quranxwendin, fîlmçêkirin û helbsetxwendinê û gellek fend û fêlên din, dihewilînin ku xelkê di Hêza Besîc de bikin endam. Bernameyên han zêdetir li bajaran û derdorên wan dimeşin, lê li gund û herêmên dûr ji bajaran, bi dana diraveke zaf, bizavê dikin ku xelkê bi giştî, nemaze ciwanên Kurd bixapînin.
Di heyamê sala borî de, li gellek gund û navçeyên derdorên bajarên Kurdistana Îranê, kirêgirtiyên Sipaha Pasdaran û Besîc bi gef û hereşeyan, xwestine ku di hilkevt û hencetên cur bi cur de, rê û resm û şahiyên taybet lidar bixin ku Hêza Besîc bi piştevaniya rasterast a Sipaha Pasdaran dimeşîne. Li gellek gund û bajaran xwestine ku binke û navendên taybet ên Besîcan vekin û xelk û bi taybet ciwanên Kurdan rojane serdana wan navend û binkeyan bikin û bibin endam, herwiha li çendîn gund û navçeyên Kurdistanê biryar dane ku xwendingeh û dibistanan dabixin û bikin binke û navendên leşkerî ên Besîcan û bi vî awayî rêya xelkê ji bo Sipaha cinayetkar û Pasdaran û hêzên Ewlekarî û Îtilaatê vebe.
Kesên ku kirêgirtiyên rejîmê ne û di nav gund, navçe û bajarên Kurdistanê de propagandayê ji Hêza Besîc re dikin, dema tevî berxwedan û bêfermanîkirina gel rûbirû dibin, gefê ji xelkê dixwon ku heke di Hêza Besîc de nebin endam, piştre dê rastî pirsgirêk, ezyet û azaran bibin û wê demê ew kes bixwe berpirsiyar e û bi vî awayî xelkê biwêr yê Kurdistanê ditirsînin.
Yek ji kiryarên herî balkêş di vê derheqê de eva ye ku hemû hewl û cehda xwe didin ku di dibistan, xwendingeh û zanîngehan de ciwan û xwendekar bibin endamên Hêza Besîc û piştre jî bibin endamên Sipaha Pasdaran. Îsal di çarçoeya hefteya bi navê Besîc de, projeya han li çend gund û bajaran hatiye meşandin, biryar hate girtin ku divê hemû xwendekarên wan deveran, kinc û cil û bergên leşkerî ên Hêza Besîc lixwe bikin û biçin xwendingehan.
Yek ji wan poenên ku gellek xwendekar di zanîngehên Îranê de bi vê rêyê ve tên pejirandin, eva ye ku di hemayê xwendina berî zanîngehê de, endamê/a Hêza Besîc yan beş û saziyên ser bi vê hêzê ve bibe. Ji ber vê çendê niha li hemû dibistan, xwendingeh û zanîngehên Îranê beşên taybet hatine avakirin ku ser bi hêzên Sipaha Pasdaran û Besîc in û berdewam di hewla Besîckirina xwendekaran de ne, bona vê yekê ji zext û givaşan mifahê distînin. Ji hemû mamsotayên xwendingehan jî hatiye û tê xwestin ku bibin Besîc. Bo mînak heyamekê berî niha li Îlamê berpirsiyarên rejîma Komara Îslamî a Îranê, gef ji mamostayên xwendigehan kirin ku heke nebin endamên Hêza Besîc, dê wan li kar bavêjin û bi awayekî fermî naxebitînin.
Niha hewl û cehda Besîckirina xelkê Kurdistanê bi berfirehî li hemû gund, dever û bajarên Kurdistana Îranê dimeşe. Ji bilî dana diravek weke mehaneya Besîcan, alavên xwarin û erzaq, petû, alav û tiştên navmalê didin wan kesan ku bibin enamên Hêza Besîc, heta bi vî awayî xelkê bixapînin û tevlî rêxistinên xwe yên kurdkuj û terorîst bikin û li dijî xebat û berxwedana azadîxwazî û neteweyî a Kurdan ji wan mifah bihê standin.
Her kes ku dibe endamê/a Hêza Besîc, divêt çek û sîlaha dewletê hilbigire û bi awayekî fermî ji wan re bixebite û kar bike. Ew pirranî ji Mizgefan jî mifahê distînin ku cihê nimêj û ibadeta olî a xelkê ye û di wan salên dawiyê de, berpirsiyarên Komara Îslamî gellek mizgeftên Kurdistanê ku xelkê bi îmkanat û pereyê xwe çê kirine, yê kirine binkeyên hêza Besîc.
Di midehê 1-2 salên borî de, li hemû deverên Kurdistanê berdewam civînên taybet bi beşdariya berpirsiyar û rayedarên payebilind yên rejîmê li bajarên Kurdistanê tên lidarxistin û daxwaz ji xelkê tê kirin ku di hêza Besîc de navnivîsînê bikin û bibin Çekdar. Heta niha bi kêmî xelkê Kurd beşdarî wan cure civînane bûne. Weke me got li pirr cihan jî kirêgirtiyên Komara Îslamî bi zorî û li ser neçariyê hewla Besîckirina xelkê didin heta ku xelk bi wan re hevkariyê bike. Eva siyaset û projeya gemar li Makûyê heta Îlamê tê meşandin û bi eşkere tê dîtin.
Hêjayî gotinê ye ku çarçoveya xebat û erkên hêza Besîc eva ye ku di nav xelkê de ajanî û sîxoriyê bikin û bi vî awayî xelkê Kurd berdin hev û natebahî û dubendiyê çê bikin, herwiha berdewam li ser sînoran digerin û di dema dîtina kasibkarên kurd ku li ser xalên sînorên Kurdistanê ji bo debara jiyana xwe dixebitin, didin ber êrîşa guleyên xwe û bi vî awayî jiyana wan kasibkarên zehmetkêş dixin tirsê û karê wan asteng dikin. Rojane em şahidê kuştin, birîndarkirin, girtin û lêdana kasibkarên Kurd ên ser sînor ji aliyê hêzên Sipaha Pasdaran û Besîc in ku jiyan li xelkê Kurdistanê tal kirine.

No comments: