Wednesday, August 18, 2010

Yekem jina Kurd a Mehabadê çû ser Çiyayê Hemalaya

Dengê Azad - Rûdaw: Yekem jina Kurd a bajarê Mehabad li Rojhilatê Kurdistanê bo cara yekemîn di dîrokê de çû ser bilindahiyên çiyayê Hemalaya û piştî vê serkeftina wê ya mezin vegeriya Mehabadê û bi coş û germî hat pêşwazîkirin.


Beyane Fazilî (23) daniştvana bajarê Mehabadê ye û ji malbateke werzişvan ji dayîk bûye. Beyane endama Civata Alîgirên Oraz a Mehabadê ye. Civata Oraz li ser navê çiyavanê navdar ê Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Oraz hatiye avakirin ku navbirî sala 2003an li çiyayê Hemalaya jiyana xwe ji dest da.


Ev 8 sal in Beyane Fazilî sporta çiyavaniyê dike û 4 sal dibe bi awayekî pîşeyî vê werzişê dimeşîne. Beyane 18ê Tîrmeha 2010an ligel grubeke din a çiyavanan bo Hemalaya hat şandin û karîbû bigihe bilindahiya Nan Pick a ku 7 hezar û 135 metroyan dirêj e û li Hindistanê cih digre.


Beyane Fazilî roja yekşem 15ê Tebaxa 2010an piştî vê serkeftina mezin ji aliyê hezaran kes ji xelkê Mehabadê ve hat pêşwazîkirin.

No comments: