Wednesday, August 18, 2010

Ava Gola Urmiyê Sor bûye (Filaş)

Dengê Azad - Rûdaw: Di bûyereke ecêb û neçaverêkirî de, ava Gola Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê rengê xwe guherand û niha rengê wê sor bûye. Karnasên jîngehê sedemên vê yekê bi awayên cuda şirove dikin, lê bi vê diyardeya nû nîgeranî derbarê karesatên jîngehê di vê deverê de zêde bûne.

Ava Gola Urmiyê bi şorbûna xwe bi nav û deng e. Lê ji destpêka Tebaxê rengê golê hêdî hêdî sipî û şîn bûye û piştre sor bûye, lê di rojên borî de zêdebûna rêjeya sorbûna ava golê bala her kesî, bi taybetî parêzvanên jîngehê ber bi aliyê xwe kişand.

Derbarê sedemên sorbûna rengê ava Gola Urmiyê nerînên cuda tên ragehandin, lê berpirsên Rêxistina Parastina Jîngeha Parêzgeha Urmiyê hatine rasipartin ku sedemên sereke yên vê diyardeyê herî zû destnîşan bikin û kirîz were çareserkirin. Lê piştî derbasbûna du hefteyan bi ser wê kirîzê, hê lêkolîn berdewam in. Dr. Hucet Cebarî yek ji rêveberên vê projeyê diyar kir, emê encamên sedema sorbûna ava Gola Urmiyê di hefteyên dahatû ji raya giştî re eşkere bikin.

Gola Urmiyê di salên borî de ligel gelek belayên siruştî û mirovî rûbirû ye û bi baweriya karnasan gol niha bêhnên xwe yên dawiyê dikşîne û ber bi ziwabûnê diçe. Çêbûna vê diyardeyê xelkê deverê û parêzvanên jîngehê bi ciddî nîgeran kiriye. Çavkaniyên herêmî eşkere dikin, ev diyardeya Gola Urmiyê ji du mehan berî niha destpê kiriye û di salên berê de jî bi kêmî dihat dîtin, lê berpirsyar di vê debarê de gelek xemsariyê dikin.


Karnas sedemên sereke yên sorbûna ava Gola Urmiyê zêdebûna xwê di nav ava golê de, kêmbûna ava şîrîn, hişkesaliya salên borî û germbûna hewayê dibînin.

Sorbûna ava Gola Urmiyê destpêkê ji beravên Gola Urmiyê li kêleka bajarê Tewrêzê destpê kir û hêdî hêdî hemû rengê ava golê bi xwe re guherand.

No comments: