Wednesday, August 18, 2010

Li Îranê 8 jin û 3 mêr li benda kevirbarankirinê ne

Dengê Azad - Rûdaw: Tehran: Rojnama Fransî ya Figaro raporek derbarê nerazîbûna hinek kesayetiyên çandî û wêjeyî û wergirên Xelata Aştî ya Nobelê derbarê cîbicîkirina biryara kevirbarankirin û darvekirina Sekîne Mihemedî Aştiyanî ku biryar e di dahatûyeke nêzîk de were ricimandin, weşand û bal kişand ser pêvajoya recimkirina girtiyan li Îranê.

Rojnama Figaro diyar dike, di 30 salên borî de 150 biryarên darvekirinê li Îranê hatine cîbicîkirin û niha jî 8 jin û 3 mêr bi kevirbarankirinê hatine mehkûmkirin.


 
Li gor qanûnên Îranê jinên ku li derveyî zewacê peywendiyên sekî bi mêrekî din re dirust bikin, tên kevirbarankirin. Piştî 32 salaln niha jî ew ceza û biryar li Îranê tê bicîhanîn û zêde jin û herwiha hinek mêr jî tên kevirbarandin. Vê dawiyê kampanyayên berfireh bo rakirina qanûna kevirbarankirinê li Îranê hatine destpêkirin.

No comments: