Tuesday, August 24, 2010

Sezayên navnetewî yên aborî xelkê Îranê hêrstir dikin

Bêkarî û Giraniyê Îran daye ber xwe
Azad Kurdî

Her ku diçe dorpêç û sezayên navdewletî yên li ser Îranê zêde dibin û bi vî awayî jî Îran rastî kirîzeke kûr a aborî hatiye. Çalakvanekî Kurd dibêje: “Divê hikûmeta Îranê wiha siyasetê bike ku neçe pêşwazîkirina boykut û dorpêçan.”

Di Hezîrana îsal de, Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekgirtî (NY) li ser bernama gumanbar a atomî ya Îranê, çaremîn biryarnama xwe ya cezayan li dijî Îranê da ku armanc zêdetirkirina dorpêçên aborî li ser wê bû. Di Tîrmehê de jî Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ambargoyên gelek dijwar beramber Îranê ragehandin. Ev seza zêde di warê enerjî û gaz û sîstema bankî de ne. Yekemîn car e ku YE ceza û dorpêçên wiha giran beramber welatekê derdixe. Piştre jî welatên Kanada, Ustraliya û Japonê jî cezayên yekalî li dijî Îranê îlan kirin.

Herçiqas rayedarên Komara Îslamî ya Îranê derbarê van ambargoyan de diyar dikin, ev sezayên navdewletî nikarin bandorê bikin ser pîşesaziya petrol, gaz û enerjiya Îranê, lê di vê dema kurt de ku ceza û dorpêçên nû li dijî Îranê hatine meşandin, kirîza aborî ya Îranê kûrtir bûye, giranî û enflêasyona aborî zêde bûye û hilberîn û projeyên mezin hatine rawestandin. Wek nimûne, di vê dema dawî de buhayê petrolê çend qatan zêde bûye û niha xelkê Îranê bi giştî nîgeranê jiyan û dahatûya xwe ne û zêde tirsa tevlihevbûna rewşa welat heye.

Çavdêrê siyasî û nûnerê berê yê bajarê Pîranşarê li Parlamana Îranê Hasil Dase, daxwiyaniyek da û diyar kir, divê hikûmeta Îranê wiha siyasetê bike ku neçe pêşwazîkirina boykut û ambargoyan: “Divê siyasetvanên Îranê bi awayekî tevbigerin ku cihan wê hestê neke yan rojevê wiha şirove neke ku Îran di rûyê cîhanê de sekinî ye. Loma divê xwe ligel civata navdewletî û welatên cîhanê biguncîne.”

Ew cezayên navdewletî hemû bi hesaba xelkê Îranê kuta dibin, bi taybet xelkê hejar û belengaz. Nûnerê berê yê bajarê Merîwan û Sewlava li Parlamana Îranê Ebdula Suhrabî, dide zanîn, cezayên navdewletî li dijî Îranê bandoreke rasterast kirine ser jiyana gel û wiha axifî: “Em bandora van ambargoyan di hemû warên jiyana rojane ya xelkê sernaserê Îran û Kurdistanê de bi eşkere dibînin.” Suhrabî tekez kir, lê ceza û amabargoyên vê dawiyê li dijî Îranê bandora rasterast kirine ser rewşa aborî û jiyana xelkê û xelkê Rojhilatê Kurdistanê mil bi milê xelkê din ê Îranê ligel van guşaran rûbirû bûye.

Hasil Dase bi eşkere got, nabe tevger û karê siyasetvanan bandoreke xerab liser xelkê bikin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Mixabin bandoreke xerab a aborî ya ceza û boykutên ser Îranê li ser jiyana xelkê heye û di van du mehên dawiyê de bandorên han li sernaserê Îranê û bi taybet jî li Kurdistanê eşkere tên xwiyakirin.” Ambargoyên aborî zêde di warê sotemeniyê de bandora xwe kiriye û buhayê şewatê jî bi awayekî berçav zêde bûye; bo mînak buhayê lêtreke benzînê gihaye 400 tûmen û tê çaverêkirin bigihe 800 tûmenan jî.

Di vê derbarê de Dase da xwiyakirin: “Nirxê her tiştekê zêde bûye û giranî gelek berçav e, şiyana kirîna xelkê kêm bûye, bêkarî zêde bûye, kar û çalakiyên sektora taybet kêmtir bûne, budçeya projeyên avedankirin û xizmetguzariyê pir kêm bûye, heta bandor li warê turîstê jî kiriye.” Bi baweriya çalakvanê siyasî Hasil Dase, ambargoyan bandoreke rasterast li ser rewşa civakî ya xelkê Îran û Kurdistanê jî kiriye û nerînên xwe wiha anîn ziman: “Ger dewlet giringiyê nede warê aborî, zext û guşarên civakî ser dewletê dê zêdetir bin û rêjeya nerazîbûnê jî wê bêtir derkeve holê.”

Karbidestên Îranê berdewam li ser vê yekê tekez dikin ku ew ceza û dorpêçên navdewletî bandorê nakin ser rewşa aborî ya xelkê Îranê, lê li gor Hasil Dase: “Ez rewşa civakê berevajî wan daxuyaniyan dibînim ku rayedarên hikûmeta Ehmedînejad radigehînin. Di hemû cîheke giştî de, di nav otombîl, taksî, mêtro, tren, zanîngeh û kom û civînan behsa pirsa aborî û giraniyê tê kirin; heta di rêûresmên behî û sersaxî û dawet û şahiyan de jî her behsa vê pirsgirêkê tê kirin.”

No comments: