Sunday, August 8, 2010

Li Rojhilatê Kurdistanê 7 kasibkarên Kurd hatin birîndarkirin

Dengê Azad: Şeva sêşem 3ê Tebaxa 2010an, di naweçeya Alan a bajarê Serdeşt li Rojhilatê Kurdistanê de, hêzên Komara Îslamî ya Îranê êrîş kirin ser kasibkarên gundê Sinco û di encam de 7 kes hatin birîndarkirin ku jinek û zarokek jî di nav birîndaran de ye.

Li gor agahiyên malpera Rojhilattimes, şeva sêşem 3ê Tebaxa 2010an hêzên Komara Îslamî ya Îranê êrîş kirin ser kasibkarên gundê Sinco li naweçeya Alan a bajarê Serdeşt li Rojhilatê Kurdistanê û di encam de teqe ji kasibkarên gund dikin û 7 kes birêndar dibin ku birînên 4 kesan pir dijwar in. Di nav birîndaran de jinek û zarokek jî heye. Piştî ku birîndarên bûyerê rakirina Nexweşxana Serdeştê, ji ber dijwarbûna birînên wan 4 birîndar bo tedawîkirinê rakirin nexweşxaneyeke bajarê Mehabadê.

Piştî wê reftara hêzên Îranê ligel kasibkarên gundê Sinco ku hemû welatiyên sivîl bûn, gundî êrîşê dikin ser binkeya leşkerî ya hêzên Îranê û dişewitînin. Di encam de sê hêzên dewletê jî tên birîndarkirin.

Navên birîndarên vê bûyerê ku hemû welatiyên sivîl in, ev in: Meryem Mihemedpûr (jin), Mihemed Ezîziyan, Şaho Mihemedî, Reuf Mihemedpûr, Ebdulyê Simayîlaxa û Salihê Mihemehê Mam Qadir (zarok).

Sala borî jî zêdeyî 100 kasibkarên Kurd li ser sînoran bi sedema êrîşa hêzên Komara Îslamî ya Îranê hatin kuştin û dehan kes jî birîndar bûn.

No comments: