Sunday, August 8, 2010

Jineke Kurd Xelata Helman Hemt a Mafê Mirovan bidest anî

Dengê Azad: Jineke Kurd ya Rojhilatê Kurdistanê di nav wan 42 kesan de cîh digre ku wek wergirên Xelata Helman Hemt a Human Rights Watch a sala 2010an hatin ragehandin.

 
Saziya Human Rights Watch di daxwiyaniyekê de ragehand, çalakvana Kurd a mafê jinan li Îranê Perwîn Erdelan ligel 41 nivîskar û rojnamevanên din ji 20 welatên cîhanê Xelata Helman Hemt a sala 2010an wergirtine.

 
HRWê di daxwiyaniya xwe de diyar dike, Xelata Helman Hemt ji 42 nivîskar û rojnameger ji 20 welatên cîhanê hatiye dan, lê ji ber pirsgirêka ewlekariyê tenê navê 30 kes ji wergirên xelatê eşkere dike.

 
Perwîn Erdelan rojnamevan û çalakvana mafê jinan li Rojhilatê Kurdistanê, yek ji avakerên Navenda Rewşenbîrî ya Jinan li Rojhilatê Kurdistanê ye û herwiha damezrênereke Kampanya Yek Milyon Îmzayan e ku armanca wê guherîna qanûnên Îranê û wekheviya mafê jin û mêran e. Erdela sala 2007an jî xelata Olaf Palme li Swêdê wergirt, lê wê demê rayedarên Komara Îslamî rê nedan Perwîn Erdelan serdana Swêdê bike û xelatê bistîne.

 
Perwîn Erdelan ji ber xebatên xwe di warê mafê mirovan de çend car hatiye binçavkirin û ketiye ber lêpirsînê.

 
Xelata Helman Hemt ji wan nivîskaran re tê dan ku ji ber nerînên cuda û dijber û herwiha rexnegirtin ji karbidestên hikûmetê rastî cezayan dibin û di jêr guşaran de kar dikin û tên êşandin. Xelata han ji sala 1990an şûnde tê dan û heta niha zêdeyî 600 nivîskaran ji 91 welatên cîhanê ev xelat wergirtine.

No comments: