Sunday, August 8, 2010

600 hektar ji daristanên Merîwan û Sewlava hatine şewitandin

Dengê Azad: Civata Kesk a Çiya ku saziyeke ne dewletî ya parastina jînegehê li Merîwanê ye, ragehand di encama agirberdanên îsal li daristanên bajarên Merîwan û Sewlava de, zêdeyî 600 hektar ji daristanên wan dû bajaran hatine şewitandin.
Civata Kesk a Çiya di daxwiyaneiyekê de ku kopiyek ji bo Rûdawnetê hatiye şandin, eşkere dike, di destpêka îsal de heta niha bi sedema agirbedana daristanên bajarên Merîwan û Sewlava, zêdeyî 600 hektar ji daristanên wan dû bajarên Rojhilatê Kurdistanê di nav agir de hatine şewitandin.
Civata Çiya dide xwiyakirin: “Tenê di di hefteya borî de, 26 bûyerên agir li wan dû nawşeyan çêbûne û di encam de 6 hezar hektar ji daristan hatine şewitandin.
Li gor daxwiyaniya herî nû ya Civata Kesk a Çiya, ji ber agirberdanan, dar û giyayên daristanan bûne rejû û zererên zêde gihane jîngeha Rojhilatê Kurdistanê.
Hêz û saziyên parêzerên jîngehê li rojhilat, nigeranê şewitandina daristanên wê parçeyê Kurdistanê ne û berpirs û dezgehên dewletê di vê derbarê de xemsar dizanin û rexneyên rûbirûyê war dikin.

No comments: