Sunday, August 8, 2010

Li Merîwanê semînara analîzkirina helbesta nû ya Kurdî tê lidarxistin

Dengê Azad: Civata Çandî û Wêjeyî ya Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê, semînareke dû rojî bi navê ‘Analîzkirina helbesta nû ya Kurdî’ lidar dixe û wêjevanên rojhilat li hev dicivîne.

Civata Çandî û Wêjeyî ya Merîwanê, di navbera rojên 16 û 17ê Texaba 2010an de, li hola giştî ya civatê semînara ‘Analîzkirina helbesta nû ya Kurdî’ lidar dixe. Semînar li ser 14 mijarên derbarê aliyên cor bi cor ên helbesta nû ya Kurdî tê amadekirin.

Biryar e berhemên hilbijartî yên nivîskaran bên xelatkirin.

 
Tê çaverêkirin, gelek nivîskar û wêjevanên Rojhilatê Kurdistanê di wê semînarê de bên ca hev û li ser mijara helbesta nû a nû nîqaş bikin.

 
Civata Çandî û Wêjeyî ya Merîwanê hemû salê çend konferans û semînarên çandî û hunerî lidar dixe û yek ji saziyên herî çalak ên çandî û wêjeyî li Rojhilatê Kurdistanê ye. Bangewaza semînarê di malpera Civata Çandî û Wêjeyî ya Merîwanê de bixwînin:

http://www.efemeriwan.blogfa.com

No comments: