Saturday, March 3, 2012

Çend milyon zarokên Kurd li Îranê ji mafê zimanê zikmakî bêpar in

Azad Kurdî
Rûdaw

Hatina roja 21’ê Sibatê ‘Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî’, îsal jî pirsgirêka qedexebûna zimanan li welatên pirneteweyî rojev bi xwe re mijûl kir. Hê jî bi dehan milyon zarokên neteweyên Îranê û zarokên Kurd jî di nav de, ji xeynî Farisan ji mafê xwendin û nivîsîn bi zimanê xwe yê dayîkê bêpar in.

Hevdem ligel seranserê cîhanê, her sal 21’ê Sibatê ‘Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî’ ji aliyê neteweyên Îranê û Kurd jî di nav de, tê bibîranîn û çalakiyên cuda û piralî tên organîzekirin. Ji bo ku bala desthilatdarên Komara Îslamî û navendên biryarder ên navneteweyî û demokrat û mirovdost bikşînin ser pirsên perwerdeya zimanê zikmakî û balkişandina wan bi mafên kultûrî yên neteweyan di civakên pirçand wek Îranê de, her sal Kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî 21’ê Sibatê bi gireseyî û coşek mezin pîroz dikin. Kurd 33 sal in ku doza mafên neteweyî dkin ku herdem mafê xwendin û nivîsîn bi zimanê Kurdî yek ji wan bûye. Lê mixabin rayedarên Komara Îslamî zêdeyî 30 sal in ku vê mafê demokratîk û serek ji zarokên Kurd û neteweyên din ên Îranê bêpar û qedexe kiriye. Ligel ku madeya 15 û 19 a qanûna bingehîn a Îranê ew maf fermî nas kiriye, lê di pratîkê de qet nehatiye cîbicîkirin.

Bi milyon zarokên Kurd li Îranê neçar in ji destpêka roja diçin dibistanê heta dawiya xwendin û piştre di civakê de, bi zimanê Farsî bixwînin û binivîsin û piştre jî pê kar bikin. Rayedarên hikûmeta Îranê di bingeh de bawerî bi vê yekê nebûne ku Îran welatek pirçandî, pirzimanî û pirneteweyî ye û ji ziman û çanda neteweyên cuda pêk tê. Li hember vê yekê siyaseyta cudahîdanîn û asîmîlasyona zimanên din girtin pêşberî xwe ku ji dema desthilatdariya Mihemedriza Şah ve tovê wê hat rijandin. Mihemedriza Şah bi armanca avakirina dewleta neteweyî li Îranê hevdem ligel Ata Turk, hemû çand û zimanên neteweyên Îranê kirin armanca bişaftin û siyaseta asîmîlasyona sîstematîk ku rayedarên Komara Îslamî piştî şoreşa 1979’an ku desthilat li Îranê girtin dest xwe, şopa hikûmeta berê berdewam kirin.

Di rewşekê de ku me sedsala 21’an destpê kiriye, hêj civaka mirovahiyê ligel diyardeyek wek bişaftina ziman û çanda neteweyan ji aliyê desthilatdarên nasyonalîst ve rûbirû ye û hewla ji holê rakirin û asîmîlekirina ziman û nasnameyan neteweyên welatê xwe didin. Di ti welatek cîhanê de tenê bi zimanekê nayê xeberdan û nivîsîn, loma ligel ku li piraniya welatên demokratîk ên cîhanê ku di asta medya, perwerde û karûbarên rêveberiyê de zimanek fermî hene, lê balê didin zimanên din ên gelan û mafê grûbên civakî û kêmaniyên neteweyî jî bo xwendin û nivîsîn bi zimanê xwe yê zikmakî berçav digirin. Bo nimûne li Hindistanê ku sîstemek federal heye, zêdeyî 26 zimanên fermî hene, welatek yekparçe ye jî.

Li Îranê ku 33 sal in Komara Îslamî desthilatdariyê dike, bi awayên cuda cuda mafên çandî û nasnameya neteweyan tê binpêkkirn û ji aliyê dezgehên ewlekarî û leşkerî ve xebat û hewildanên çalakvanên siyasî û sivîl wek tawanek mezin tê zanîn. Cezayên giran ji van kesan re tê dan û ligel rewşek trajîdîk di jiyana xwe de rûbirû dibin, bi sedema ku doza mafê xwezayî û destpêkî yê xwe kirine.

Hemû peymanameyên navneteweyî mafê axavtin û xwendin û nivîsîn bi zimanê zikmakî ji neteweyekê re azad dizane, heta mafê neteweyan heye ku mafê han ji aliyê dewletan jî bi fermî were naskirin. Li Îranê zimanên neteweyan wek devokên zimanê Farisî tên binavkkirin û netewe jî wek ‘QEWM’ tê naskirn. Kurd û neteweyên din li Îranê nikarin zimanê xwe yê zikmakî di medya, çapemenî û sîstema perwerde û kar û çalakiyên civakê û pergala rêveberiyê de bikar bînin û wek kirîzek siyasî û pirsgirêkek berçav a civakî xuya dike.

No comments: