Saturday, February 25, 2012

Hikûmeta bê pêgeh

Azad Kurdî

Serhildana berfireh ya neteweyên Îranê di zivistana 1979’an de bû mijara herî giring a rojev navxwe, navçe û asta navneteweyî. Gelên têhniyê azadî û demokrasiyê li seranserî Îranê şoreş bi bedelên giran û xwîna sor ser xistin. Lê encama wê şoreş û serhildana azadîxwazane û rizgarî ji destê rejîma dîktatoriya Şahenşahî, berevajî vîn û xwesteka gelên Îranê derket.

Mirov dikare bêje ku nemana hikûmeta Şahenşahî, welatên Rojava ku wê demê rikeberiyek xurt bi Bilûka welatên Sosyalîsît re hebûn, ji bo ku alternatîvek baş bo parastina berjewendiyên xwe li hemberî eniya sosyalîstî di Îranê de peyda bikin, tedbîr kirin ku sîstemek olî li Îranê bînin ser kar, da ku pêşiya pêşdeçûna Komunîzmê bo Rojhilata Navîn bigire. Xomeynî û dar û destekên wî alternatîva herî baş bûn ji bo Eniya Kapîtalîsî ku derxin qadê û anîn jî. Ji xwe viyan, îrade û xwestekên neteweyên Îranê ku şoreş kiribûn û çi dixwestin, ji wan re ne giring bûn.

Zêdeyî 30 sal ji temenê Komara Îslamî ya Îranê re derbas dibe. Hikûmetek ku bingeha dîktatoriyeta xwe di referandoma rûyekî ya Adara 1980’an de stand. Ji ber ku di wê pêngava ne demokratîk ya rejîma Xomeynî de ti alternatîvek nû ji xeynî hilbijartina rejîma dîktator a berê û Hikûmeta Îslamî ya nû nebû! Rojhlatê Kurdistanê bi pêşengiya PDKÎ ew referandom boykot kir û tê de beşdarî nekir. PDKÎ yekemîn û take partiya siyasî bû wê demê ku naverok û cewhera rejîma Xomeynî bi başî nas kiribû. Sedem jî ew bû u rejîma nû ti giringî û baldanek nedida xwestekên neteweyî û demokratîk yên neteweya Kurd ku bi awayekî sivîl û aştrîxwazane dianîn holê. Siyaseta dewleta Xomeynî jî red û înkarkirina mafên Kurdan bû.

Hikûmeta olî ya Xomeynî piştî ku hêdî hêdî bingehên xwe xurt kir, dest bi mîlîtarîzekirina hemû navçeyaên Îranê kir, bi taybet deverên wek Kurdistan ku tevgera neteweyî tê de çalak bû û doza mafê Kurdan û çareserkirina pirsa Kurd di çarçoveya Îranê de dikir. Dehan sazî û dezgehên leşkerî û ewlekariyê hatin avakirin. Atmosfera welat ji wê demê heta niha li Kurdistanê û gelek deverên cihê niştecihbûna neteweyên Îranê ewlekarî û mîlîtarîzekirî ye. Dirûşmîn serxwebûn, azadî û edaleta civakî ku sloganên berçav ên rejîma nû bûn, niha êdî bi tevahî avala bûne û bûne fosîl! Ne wekhevî û gendelî di 33 sal temenê Komara Îslamî bêdadê dike, li gor serhejmariyê navneteweyî, Komara Îslamî yek ji pergalên herî gendel di cîhanê de ye. Dengê hemû liv û tevgerek demokrasîxwazane û mafxwa zane bi serkut û qirkirina sîstematkî hat/tî dan. Her diçe valahiyek zêde dikeve navbera xelkê û rejîmê, ji ber ku ti guhertin û xwestekek siyasî, aborî, civakî û çandî ku gelên Îranê jê re şoreş kiribûn, nehatine cîh. Berevajî wê, atmosfera tirs, xof û bêdengiyê li ser civakê hat ferzkirin. Hemû pîvan û mercên sîstemek demokratîk hatin piştguh xistin û azadiyên demokratîk niha piştî 33 salan ji bo gelên Îranê bûne xewn û xeyal...

Di 33 salên borî de hemû metod û rêbazên ne demokratîk ji aliyê rayedarên vê hikûmetê ve hatin rêvebirin. Komara Îslamî tu nirx û bihayek nedaye û nade îrade û dengê neteweyên Îranê. Dehan dezgehên ne hilbijartî û ferzkirî ji aliyê serokê olî hatin avakirin ku ew ji xelkê re diyar dikin ku rêveberî çawa dibe û kî dibe. Li gor wan, tenê Meleyên olî karîna diyarîkirina çarenûsa xelkê hene û ji wan re biryarên çarenûssaz bidin, xelk ne balix e û ne xwediyê wê hişmendiyê ye ku bikare çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bikin!

Bi vî awayî Komara Îslamî rewatiya xwe ji xelkê wernagire, ji ber ku îradeya giştî ji wan re ne giring e. Karnameya 33 salên borî vê yekê diselimîne û nerazîbûnên veşartî yên sivîl û xurt ên civatên xelkê li Îranê vê yekê derdixe holê. Ev ne îdea ne. Gelên nerazî ji her derfetek biçûk ku di sîstema dîktator û qirker a Komara Îslamî de pêk tê, dengê xwe diherikînin û doza maf û azadiyên xwe yên ji destçûyî dikin û nerazîbûn û dijberiya xwe ligel tewahiya sîstema Komara Îslamî pêşan didin.

Bûyerên sala borî di welatên Ereb ên Rojhilata Navîn de, wisa pêşan didin ku encama wê bahozê bi têkçûna rejîma Esed li Sûriyê û Komara Îslamî li Îranê bi destê gelên nerazî bi dawî dibe. Ji ber ku hikûmetek ku pêgeha cemawerî di nav gelan de tunebe û berheqî û rewatiya xwe ji dengê gelan û viyana wan nestîne û nekeve ber proseya demokratîk a hilbijartina azad, nikare zêde temenê desthilata xwe berdewam bike.

çavkanî: Duheftînameya Agirî hejmar 177



No comments: