Sunday, August 7, 2011

Tirkiye piştrast kir ku kamyoneke bi çekên Îranê sekinandiye

Dengê Azad - Kurdpa: Piştî ku raporteke rojnameya ‘Suddeutsche Zeitung’ ya Almanî eşkere kir, Tirkiye dest daniye ser kamyonekê ku çek û sîlah ji Îranê dibir Sûriyê; Wezareta Derve ya Tirkiye ragehand, karbidestên wî welatî kamyonek rawestandiye ku dixwast çek û sîlahan ji Îranê bibe Sûriyê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, duh roja înê di konferanseke çepemeniyê de rapora rojnameya ‘Suddeutsche Zeitung’ ya Almanî piştrast kir ku kamyoneke bi çekan dagirtî, li bajarê Kîlîsê ser sînorê Sûriyê hatiye sekinandin.

Ahmet Davutoglu got, vekolîna li ser bûyerê hêj didome, lê agahiyên berfireh di vê derbarê de nedan.

Rojnameya ‘Suddeutsche Zeitung’ ji zarê jêderên dîplomatîk ragihandibû ku tê bawerkirin ku çekên destbiserdegirtî ber bi Lubnanê diçûn ku bigehin çekdarên Hizbullaha Lubnanê.

Heta niha rayedarên Komara Îslamî ya Îranê ti daxuyaniyên fermî li ser vê bûyerê belav nekirine.

Lê karbidestên hikûmeta Tirkiye li meha Adarê jî ragihandibûn ku wan li balafireke Îranî çek û cebilxane dîtine ku ku ber bi Sûrîyê ve diçûn.

No comments: