Sunday, August 7, 2011

Qutbûna elekterîkê pirsgirêk ji fîrmayên bajarê Urmiye re derxistiye

Dengê Azad - Kurdpa: Qutbûn û pirsgirêka nebûna elekterîkê li parêzgeha Urmiye, şîrket û yekîneyên hilberînê rastî pirsgirêkên ciddî kiriye, bi awayekê ku fîrmayên han ji wergirtin û kirîna berhemên kiştukalî yên hevwelatiyan xwe diparêzin.

Li gor agahiyên ku ji Urmiye gihane Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, beşeke zêde ji sarxaneyên parêzgeha Urmiye ji ber qutbûn û nebûna elekterîka giştî, berhemên cotkaran nawergirin û vê pirsgirêkê di demsala havînê de hevwelatî tûşî probelmên mezin kiriye.

Ji aliyekî din ve jî, bi sedema nebûna elekterîkê kompanyayên hilberîna xorak jî bi neçarî yekîneyên xwe daxistine û di encam de gelek hevwelatî bi sedema daxistina wan yekîneyên hilberînê bêkar bûne.

No comments: