Wednesday, August 17, 2011

Komkirina satelîtan li bajarên Kurdistanê zêde bûye

Hêzên ewlekariya Îranê satelîtên hevwelatiyên Kurd kom dikin
Dengê Azad - Kurdpa: Di çend rojên derbasbûyî de, hêzên ‘Întizamî’ yên Îranê li bajarên Serdeşt, Mehabad, Bane û gundên derdora navçeya Hewaraman li Rojhilatê Kurdistanê, bi awayekî berfireh dest bi komkirina satelîtên hevwelatiyan kirine û gelek alavên satelîtên xelkê jî hatine destserdegirtin an şikênandin.

Li gor agahiyên ku gihane Ajansa Kurdpa, di berdewamiya projeya komkirina anten û satelît li bajarên Kurdistanê de, di çend rojên borî de hêzên ‘Întizamî’ yên Komara Îslamî li bajarên: Serdeşt, Mehabad, Bane û gundên devera Hewaraman li Rojhilatê Kurdistanê, bi awayekî berfireh dest bi komkirina satelîtên hevwelatiyan dikin. Hêzên dewletê bo vê mebestê şevê di dema paşîva Remezanê de bê hebûna moleta wan a qanûnî û belgeyên lêgerînê hebin, diçin ser banê malan û hewşên hevwelatiyan û satelîtên wan kom dikin û dîşên wan jî dişkênin.

Çavkaniya ku agahî di vê derbarê de dan Kurdpa, balê dikşîne ser projeya komkirina satelîtan li Kurdistanê ji aliyê hêzên ‘Întizamî’ yên Îranê ve û dide zanîn ku li piraniya gundên derdora bajarên Serdeşt û Hewramanê jî satelîtên hevwelatiyên Kurd hatine komkirin. Bi awayekê ku di heyamê du hefteyên borî de hêzên leşkerî û ewlekariya Îranê êrîş kirine ser gundên derdora bajarê Newsud wek: Nerwî, Wezliye û teşar û satelît û alavên hevwelatiyên Kurd kom kirine yan şikênandine.

No comments: