Wednesday, August 17, 2011

Ji bo daxistina Konsolxaneya Komara Îslamî li Hewlêrê kampanyek hat rêxistin

Konsolxaneyên Îranê li Hewlêr û Silêmaniyê, karê sîxoriyê dikin an dîplomasî?
Dengê Azad - Kurdpa: Komek rojnamevan û çalakvanên sivîl li bajarê Raniye û derdorê, ligel mehkûmkirina topbaran û êrîşên hêzên leşkerî yên Komara Îslamî bo ser axa Herêma Kurdistanê, ji bo boykotkirina zêde ya siyasetên hikûmeta Îran, kampanyek organîze kirine û daxwaza daxistina her du Konsolxaneyên Îranê li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê dikin.

Berdevkê wê kampanyayê Cebar Ezîz, di vê derbarê de agahiyên berfireh dan Ajansa Kurdpa û da xuyakirin: “Heyamê çend salan dibe Komara Îslamî bi awayê cor bi cor berdewam êrîş dike ser axa Herêma Kurdistanê, çi bi rêya topbaranê û çi bi rêya bezandina sînor û berdewam topbaran û operasyona leşkerî dike ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê. Vêna yek ji wan sedeman e ku pêwîst zanî kampanyayek wisa organîze bikin.”

Navbirî dirêjî bi axavtina xwe da û da zanîn ku yek ji sedemên rêxistina wê kampanyayê vedigere bo karê ne dîplomatîk ln Konsolxaneyên Îranê û wiha pê de çû: “Ji xeynî vê yekê, têdîtinek din a me jî heye, konsolxaneyên Îranê li Herêma Kurdistanê ji dêlva ku karê dîplomasiyê bikin û bo rêxistina peywendiyên navbera Komara Îslamî û Herêma Kurdistanê bikevin nav hewldanan, karkirina wana li ser bingeha sîxorî û çavdêrîkirina partî û grûbên siyasî yên Kurdistana Îranê ye ku di vê herêmê de niştecih in. Xuya ye ku fasileya navbera du bajarên Hewlêr û Silêmaniyê ne gelek e, lê Îranê hem li Silêmanî û hem jî li Hewlêrê konsolxane heye û ya ku em dibînin wêna ye ku Konsolxaneyên Îranê li Herêma Kurdistanê ti peywendiyek wan bi Wezareta Derve ya wî welatî re tune, loma Îranê ne tenê bi vê rêya van konsolxaneyan nifûzek ne qanûnî di nav axa Herêma Kurdistanê de heye, belkî ji aliyê ‘Sipaha Quds û Qerargeha Remezan’ê tên piştgirîkirin û bi rêya van 2 konsolxaneyên Îranê ev nifûza xwe berfireh dikin.”

Berdevkê vê kampanyayê Cebar Ezîz, tekez li ser daxistina Konsolxaneyên Îranê li Herêma Kurdistanê kir û daxuyand: “Evna armancên cuda ji karê dîplomasiyê dişopînin û encam jî xuya ye û ev yek ji daxuyaniyên Serkonsolosê Îranê li Hewlêrê û axavtin û çavdêrîkirina wî di daxuyaniyên xwe de ku dide çapemeniyê, bi eşkere xuya dibe, loma em hest dikin ku evna karê dîplomasiyê nakin û zêde karê çavdêrî û sîxoriyê dikin û vêna berevajî qanûn û rêbazên navdewletî yên dîplomasiyê ye û li pey armancên din digerin.”

Cebar Ezîz, derbarê armancên vê kampanyayê wiha dawî bi axavtina xwe anî: “Em daxwaza xwe rûbirûyê hikûmet û desthilata siyasî ya Herêma Kurdistanê nakin ku bikare bi Konsolxaneyên Îranê re rûbirû derkeve yan biryara daxistina wan bide, lê armanca me çêkirina hevbendî û hevdengiyeke neteweyî û komkirina xelkê azadîxwaz û welatparêz e ku li dor vê kampanyê li hev bicivin da ku bi vê rêyê ve dengê xelkê Kurdistanê bigehijînin û bibêjin rayedarên Komara Îslamî ya Îranê. Herwiha em dixwazin bi vê rêyê ji desthilata siyasî li Herêma Kurdistanê re jî bêjin ku em van konsolxaneyan wekî hebûna wan a niha û kiryarên wan naxwazin û qebûl nakin. Em hêvîdar in ev çalakiya me bersivek be bo vê nifûza Îranê di Herêma Kurdistanê de.”

Li gor axaftina Cebar Ezîz, ev kampanya niha berfirehtir bûye û rojnamevan û çalakvanên sivîl û kesayetiyên bajarên Hewlêr û Silêmaniyê jî tevli vê kampanyê bûne û jê re çalakiyan dikin û ketine nav hewldanan de.

No comments: