Sunday, August 21, 2011

Di bîranîna salvegera şehîdkirina Yûsif û hevalên wî de...

Azad Kurdî

Du sala niha û di 21ê Tebaxa 2010an de, nûçeyê şehîdkirina pêşmergeyê nimûne û hêja yê Kurdistanê Yûsif Feqîhî û 3 hevalên em tevizandin û gelek xemgîn kirin. Kul û xemek kûr ku qet nayê jibîrkirin. Ji destdana Yûsif û hevalên wî derbeyek giran bû ku ji tevgera kurd li Rojhilatê Kurdistanê ket wekî hemû şehîdên din ên riya azadî û rizgariya Kurdistanê ku bi fidakirina canê xwe ked dan rêya azadiyê û çirayê vê rêyê ronî kirin. Yûsif û hevalên xwe ji bo karên rêxistinî û peywendîkirin bi xelkê Kurdistanê re vegeriyabûn hundirê welat. Li navçeya Feyzulabegî ya bajarê Seqizê dikevin boseya sedan hêzên tarêperest û dijminên maf û azadiyên xelkê Kurdistanê û piştî berxwedaneke qehremanen û xwe parastina rewa, Yûsf û her 3 hevalên wî tên şehîd kirin.

Kesê/a Yûsif ji nêzîk ve nedîtibe û nas nekiribe, belkî wek mirovekî normal wî bibîne. Lê Yûsif xwediyê hindek taybetmendiyên bilind ên exlaqî û şiyan û karênan bû ku ew kiribû pêşmergeyekî nimûne û bêhempa li cem hemû heval û hevxebatên xwe.

Yûsif ji ber hestkirin bi zilm û zordestiya ku li ser gelê wî dihat meşandin, sala 1999an berê xwe dide xebat û têkoşîna azadî û rizgarîxwaziyê di nav refên PDKÎ de. Her ji destpêkê xwe fêrî Îngilîzî kir û karî piştî çend salan bi başî hînî wî zimanê giring ê cîhanê be. Bi awayekê ku vê dawiyê çend pirtûk ji Îngilîzî wergernadin Kurdî û kitêbxaneya Kurdî rengîn û zengîn kir. Sedan nivîsar û şiroveyên din jî wergerandin Kurdî. Şev û roj ked dida û qet jî nediwestiya. Karîn û şiyana Yûsif ya bêhempa ew ji hemû hevalên xwe re kiribû nimûne.

Şehîd Yûsif ligel ku xwendina bilind a akademîk nebû û karîbû heta qonxa paş navendî xwendibû, loma herdem meraq dikir valahiya xwendinê di jiyana xwe de tejî bike û jê re bûbû armancek mezin. Yûsif bi keda xwe ya şev û rojî herdem di hewla xwe perwerdekirinê de bû. Ew gelek zû pêş ket û di warê zanista siyasî, edebiyat û pirsên civakî bû xwedî hêzek mezin. Lê ti gav jî ji erkên pêşmratiyê jî kêm nedianî. Ew hem pêşmergeyekî jêhatî bû û hem evîndarek pêşketin û xwendin û fêrbûnê bû. Yûsif dizanî divê xwe ji bo pêşerojek geş û ronahî amade bike, rojek ku welatê wî Kurdistanê azad dibe û Kurdistana bêpar û paşdehiştîji aliyê dijminan pêwîsît bi hêz û şiyana kesên wek wî heye.

Yûsifê nemir piştî lêkolînên berfireh û karkirin li ser fêrbûna zimanê Îngilîzî, çend berhem afirandin û heta vê dawiyê wekî mamosteyekê karî ciwanên kurd bielimîne zimnaê Îngilîzî.

Di qonaxa piştre Yûsif dest bi wergerandin û nivîsandinê kir. Rûpelên çendîn kovar û rojnameyên Kudî bi karên wî hatin xemilandin.

Di sala 2004'an de yekemîn pirtûka wî bi navê Rêzimana Înglîzî ya Zagros bi Kurdî hat çapkirin. Bi rêya wê pirtûkê her kes dikare gelek rêbazên zimanê Îngilîzî bi taybet rêzimana Îngilîzî fêr bibe. Ji ber ku Yûsif kitêb bi Kurdî şirove kiribû. Ji ber giringiya pirtûkê heta niha çend car li wezanxaneyên Herêma Kurdistanê hatiye çapkirin.

Berhema duyemîn ya Yûsif, pirtûka ‘Sed jinên bibandor di cîhanê de’ bû ku di sala 2007an de hat çapkirin ku ji Îngilîzî kiribû Kurdî.

Sêyemîn afirnadina Yûsifê canemerg jî di sala 2008an de çêbû, wergerandina pirtûkekê bû derbarê pirsên ciwanan. ‘Bingehên civaknasiya ciwanan’ sêyemîn berhema hevalê nemir bû ku gelek berfireh agahiyan dide ciwanan bo hemû pirsên têkildarî jiyana wan. Hemû berhemên wî bi îmzeya wî di arşîva min de parastî ne. Heta heta diyariyên Yûsif ên bêhempa dê cem min bimînin. Dema pirtûkên wî derdiketin, herdem hebek ji min re dianî û me wê şevê suhbetek xweş û berfireh bi hev re dikir û piştre li ser projeyên xwe yên dahatû qise dikir.....

Tê bîra min Yûsif, di kurseke fêrbûna zimanê Îngilîzî de li Hewlêrê beşdarî kir, di nav gelek kesên akademîk de yekem hat. Şiyan û karînên wî her kes matmayî kiribû. Piştre û beriya wê jî gelek kursên fêrkirina zimanê Îngilzî rêve birin.

Her dawî de jî pêşkêşkarekî serketî û xwedî şiyan yê bernama ‘Rave’ di TIHSK TV de bû. Rojnameya Kurdistan jî bi nivîsarên Yûsif gelek dewlemend bûbû.

Eva tenê çend aliyên biçûk yên kar û xebatên Şehîd Yûsifê nemir bûn. Lê mixabin du salan berî niha di rojeke wek îro de, dijminên azadiyê û hêzên tarîperest yên Komara Îslamî, Kurd û Kurdistan ji ciwanekî xwedî şiyan û behremendekî mezin wekî Yûsif bêpar kirin.

Di duyemîn salvegera şehîdkirina Yûsif Feqîhî û her sê hevalên wî yên nemir de ku di êrîşeke hêzên leşkerî yên Komara Îslamî de li navçeya Feyzulabegî de hatin şehîdkirin, ez serê rêz û hurmetê bo canê wan ê paqij ditewînim û wan bi dil û can bibîr tînim. Dil û canê min bi te re ye hevalên hêja û nemir Yûsif can....









No comments: