Saturday, August 27, 2011

Civak û saziyên sivîl

Azad Kurdî

azadkurdi@hotmail.com

Yek ji taybetmendiyên sîstemên demokratîk û azad di cîhanê de ew e ku demokrasî di civakê de hatibe cihgirkirin û qanûn serdest be û saziyên sivîl jî wek pêkhateyên civaka sivîl di komelgehê de serbest û xwedî rol bin. Pêkhatin û pêşdeçûna rêxistinên sivîl di hemû qadên civakê de bingeha demokrasiyê bihêz dike û dibin fakterek ji bo pêkanîna guhertinên siyasî, civakî, aborî û kultûrî. Bê hebûna organîzasyonên sivîl jî di civakê de, mirov dikare bibêje ku hîm û bingeha demokrasiyê tune.

Di welatên ku demokrasî tune û sîstemên girtî û ne demokratîk serdest in û îradeya hevwelatiyan di proseyên siyasî û civakî de xwedî rolekî kêm e, bi awayekî otomatîk civaka sivîl jî tê de lawaz û sist e. Ji ber ku desthilatên wilo naxwazin di prosesên siyasî, civakî, kultûrî û heta aborî de saziyên sivîl derkevin qada têkoşîna sivîl û dûrî berçavgirtina berjewendiyên desthilata siyasî rolê xwe yê medenî bilîzin. Loma di sîstemên cîhanê de, saziyên sivîl di berjêr û berjor de ne.

Yek ji erk û rolên ku saziyên sivîl di nav civakê de hene, ev e ku divê di pêvajoya pêkanîna rewşek nû û jêhatî de welat di warê siyasî, civakî û çandî de pêşde bibin. Lê bi baweriya piraniya civaknasan jî, taybetmendiya herî berçav a rêxistinê sivîl, ne girêdayîbûna wan bi hikûmetê ve, serxwebûna wan di warê aborî û rêxistinî de û ne girêdayînbûna wan bi desthilata siyasî û dezgehên dewletê ye. Civaknas, organîzasyonên sivîl di civakê de dikin 2 beş; yekem hêz û partiyên siyasî û duyem jî civat û encumenên sinfî. Lê çarvçoveya kar, erk û rolê yer yek ji wan grûp û pêkhateyên rêxistinên sivîl di civakê de cuda ye.

Di civaka sivîl de hemû hevwelatî bê berçavgirtina nejad, ol, zayend (cins) û ramanên wan bi awayekî wekhev tên berçavgirtin. Lê em dibînin ku di sîstemên totalîter wek Komara Îslamî ya Îranê û gelek sîstemên din ên Rojhilata Navîn de, jin ku nîva pêkhateya civakê pêk tînin, ji beşdarî di proseya xebat û çalakiyên saziyên sivîl de tên dûrxistin. Ev yek jî ji ber hebûna sîstemek ne demokratîk û cihgirnebûna demokrasiyê di welat de, tunebûna wekhevî û qanûnên sivîl û herwiha raman û edetên kevneşop û astengên kultûrî yên kevin ên beşek ji desthilatdaran û takekesan çavkanî digire. Di rewşekê de ku jin li kêleka mêran dikarin bibin dînamîzmên sereke yên guhertinan û xurtkirina bingeha civaka sivîl.

Cewher û naveroka qanîna medenî û bingehîn a welat fakterek giring e ji bo bihêzbûn û herwiha jarbûna civaka sivîl. Bo nimûne, li gor madeya 26’mîn a qanûna bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê, têkoşîn û çalakiya partiyan û civatên sivîl di çarçoveya qanûnê de serbest hatiye ragehandin. Lê ji ber ku cewher û naveroka makezagonê ji fakter û bingehên demokratîk vala ye û zêde li gor berjewendiyên sîstema Komara Îslamî hatiye darêtin û rêvebirin û neketiye ber referandomeke raya giştî û hevwelatiyan bi awayekî azad deng jê re nedane. Loma di pratîkê de dixuye ku têkoşîn û çalakiyên partiyên siyasî û herwiha saziyên sivîl ligel çi astengên mezin rûbirû ye. Bi awayekê ku sîstem rê nade pêkhateyên saziyên sivîl bi wayekî azad û serbixwe û dûrî kontrol û çavdêriya hikûmetê kar bikin û çalakiyan rêve bibin.

Di 33 salên borî de ku ji desthilatdariya Komara Îslamî li Îranê derbas dibe, tenê di dewrana Serokkomariya Mihemed Xatemî nebe ku di gelek bajarên Îranê û Kurdistan jî di nav de, hinek saziyên sivîl û civakî pêk hatin û derfeta çalakiyan peyda kirin, lê piştî hatine serkara Ehmedînejad hemû hatin qedexe û serkutkirin. Ger na derfeta kar û xebatê ji bo saziyên civaka medenî nebûye û çiqas dest rayedar û desthilatdaran hatiye derbe ji saziyên civaka sivîl dane.

Lê bi giştî îradeya pêkanîn û têkoşîna saziyên civaka sivîl li hemû Îranê û bi taybet di Kurdistanê de gelek xurt e. Ji ber ku di çarçova sîstemên wek Komara Îslamî xebat û têkoşîna sivîl nirx û bihayên kêmtir dixwaze û bedel kêmtir tên dan. Pirsgirêka herî mezin di vê heyamê de ew bûye ku avakirin û çalakiyên saziyên sivîl bi tometên wek metirsîdarbûna çalakiyên wan organîsazyonan ji bo derbelêdayîn li berjewendiya dewletê û ewlekariya welat û herwiha damezrandina wan rêxistina ji aliyê welatên rojava wek şoreşek nerm ji bo hilweşandina sîstema desthilatdar herdem hatiye astengkirin.

Ligel ku xebat û têkoşîna saziyên sivîl li Îranê bi giştî nehênî rêve diçe, lê ji ber hebûna zext û guşaranên çend qad zêde yên desthilatê li Kudistanê û li dijî çalakvanên sivîl, xelkê Kurdistanê di heyamê çend salên borî de dest bi tîkoşîn û xebatek sivîl a berfireh kirine û her diçe pêvajoya vê xebata sivîl berfirehtir dibe. Lê hêj ji ber nebûna azadiya kar û têkoşîna saziyên sivîl û ewlehîbûna vê pirsê, civaka sivîl nekariye bi awayekî sîstematîk û standard li Rojhilatê Kurdistanê pêk bê û xwedî kêmasiyên taybet bi xwe ye ku di derfetek din de emê li ser bisekinin. Di vê derbarê de pêwîste hemû hêz, alî û sazî bo xurtkirin û pêşdebirina saziyên sivîl di Rojhilatê Kurdistanê de bikevin nav tevger û hewldanan û bi pêkanîna torek berfireh a alîkariyan û hevxebatiyê bingeha oranîzasyonên sivîl di warên cor bi cor de di civaka Kurdistanê de pêşde bibin û xurt bikin.

No comments: