Sunday, April 24, 2011

Weşana Kovara Kurdî ya ROJEV hat qedexekirin

Dengê Azad- Kurdistanmedia: Weşana kovara Rojev ku ji aliyê komek xwendekarên Kurd ên zanîngeha Tehranê dihat weşandin, hat qedekirin. 


Berpirsên Komara Îslamî ya Îranê li Zanîngeha Tehranê, di biryarek nû de weşana kovara Rojev ya xwendekarên Kurd qedexe kirin û êdî Rojev jî nikare weşanê bike.

Xwendekarên Kurd di dema 4 sala de 13 hejmarên Rojevê derxistibûn. Di rûpelên Rojevê de nivîsar bi awayekî zanistî û akademîk derbarê pirs û pirsgirêkên  Kurd û civaka Kurdistanê dihatin weşandin.

No comments: