Sunday, April 24, 2011

Çend ciwanên Selmasê hatin girtin

Dengê Azad - CAPK: Di çend rojên borî de komek gundiyên derdora bajarê Selmasê ji aliyê hêzên Komara Îslamî ve hatine girtin.

Pêvajoya binpêkirina mafê mirovan li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî sîstematîk berdewam e. Ajansa Nûçeyan a Mukrian (MNA) di raporekê de ragehand, di çend rojên borî de komek gundiyên derdora bajarê Selmasê ji aliyê hêzên ewlekariya Komara Îslamî ya Îranê hatine binçavkirin.

Navê hinek ji welatioyên Kurd ên girtî ev in: Sefer Mamedî xelkê gundê Qizilkend, Ferhad Rehîmî xelkê gundê Gobe, Suhrab Cehangîrzade xelkê gundê Broşqalan, Ebdula Mihemedzade Melhemî xelkê gundê Hîmetabad û Ferhad Cehangîrî xelkê gundê Dîrelî.

Heta niha ji aliyê hêzên ewlekariya Komara Îslamî ya Îranê li Selmasê sedema girtina van welatiyan nehatiye eşkerekirin.

No comments: