Tuesday, August 3, 2010

Xameneyî: Muzîk ligel armancên Şoreşa Îranê nagunce

Dengê Azad: Serokê Îranê Elî Xameneyî derbarê fêrbûna muzîkê de ragehand ku muzîk ligel armancên Şoreşa Îslamî ya Îranê nagunce û nabe ciwan hewl bidin fêrî muzîkê bibin.

Bultena Xwendekarên Îranê di raporekê de eşkere kir, di civînekê de ku komek xwendekar têde beşdar bûn, ciwanekî 21 salî ji Serokê Îranê Xameneyî dipirse; dixwazim fêrî lêxistina sazê bibim, lê hez dikim nerîna te (Xameneyî) di vê derbarê de bizanim? Xameneyî jî wiha bersiv dide: “Bi giştî fêrbûn û fêrkirina muzîkê û hemû aliyên wê bi taybet lidarxistina kursên taybet bo fêrkirina muzîkê, herçiqas jî helal bin, lê ligel armancên bilind ên Şoreşa Îslamî ya Îranê naguncên û pêwîst e ciwanên me dest ji muzîkê berdin.”

 
Hêjayî gotinê ye, Komara Îslamî ya Îranê xebatên hunerî yên muzîkê di civakê de asteng dike û tenê hinek parçe muzîkên taybet yên olî azad in. Hemû xebatên hunerî û muzîkê di Îranê de veşartî ne û ciwan û hunermend bi nehênî fêrî muzîkê dibin. Derhênerê Kurd Behmen Qubadî jî ew pirsgirêk kiriye mijara filma xwe ya dawî. 'Rûdaw'

No comments: