Tuesday, August 3, 2010

Berdevkê RMMKê hişyarî da Serokê Dezgeha Dadê li Îranê

Dengê Azad : Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê (RMMK) Îclal Qewamî, doh 2ê tebaxa 2010an, derbarê rewşa nebaş a Mihemedsidîq Kebûdvend di Girtîgeha Êvîn a Tehranê de, nameyek ji Serokê Dezgeha Dad a Îranê Sadiq Larîcanî re şand û hişyarî da navbirî û daxwaz dike mafên wî girtiyê siyasî û serokê girtî yê wê saziyê bên liberçavgirtin.

 
Sekretariyeta Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê ku deqa nameya Berdevkê RMMKê Îclal Qewamî û kopiyek ji CAPKê re şandiye, tekez dike ku liberçavgirtina mafên girtiyan yek ji pîvanên giring û naskirî yên navnetewî bo nîşandana hebûna sîstema adîlane ya dadê di hemû welatekê de tê hesibandin. Piştre dide zanîn, liberçavgirtina mafên neyaran bi taybet girtiyên siyasî û ramanê dikare biselimîne ku desthilatdarên welat çiqas dad û wekheviyê diparêzin.

 
Di berdewamiya nameya xwe de bo Larîcanî, Îclal Qewamî balê dikşîne ser meşandina standard û pîvanên navneteweyî yên parastina mafên girtiyan û malbatên wan û daxwaz dike ku hikûmeta Îranê jî li gor wan tevbigere. Bi taybet li gor Peymana Mafên Sivîl û Siyasî ya Navnetewî ku NY di sala 1966an de pejirandiye.

Di dawiya nameyê de, Berdevkê RMMKê, derbarê rewşa xerab a Mihemedsidîq Kebûdvend hişyarî dide Serokê Dezgeha Dad a Îranê ku bi tawana avakirina saziyeke sivîl û mafê mirovan ku bi 10 sal û 5 meh cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin û nêzîk 4 sal dibe di Girtîgeha Êvîn a Tehranê de hatiye ragirtin. Di nameyê de hatiye gotin, di van 4 salan de ku Kebûdvend di girtîgehê de bûye, 3 car rastî kirîza dil hatiye û çend nexweşiyên din ên hundir tendurustiya Mihemedsidîq Kebûdvend dijwar kirine. Lê mixabin heta niha tu tedbîrek bo tedawîkirina Serokê RMMKê yê girtî nehatine liberçavgirtin.

 
Berdevkê RMMKê daxwaz dike, Kebûdvend bi mebesta tedawîkirinê bo derveyî girtîgehê bê şandin û mafên wî wek girtiyekî siyasî li gor qanûnên navneteweyî yên mafê mirovan were bicîhanîn. 'Rûdaw'

No comments: