Sunday, January 10, 2010

Şahrem Nazerî Hat Binçavkirin





Dengê Azad: Di muzîka Kurdî û Farisî de Muzîkjenê klasîk yê herî mezin Şahrem Nazerî hat binçavkirin. Herçiqas binçavkirin bi mercê îmzadayîna bo polîsan dawî lê hatibe jî ev rewşa han hat şermezarkirin.

Li gor ANF, Hunermendê Kurd Şahrem Nazerî sersalê di vegera xwe ya ji Dubayê de roja 4ê rêbendana 2010an li Balafirxana Îmam Humeynî ji aliyê polîsên Îranê ve hat binçavkirin; lê bi mercê heman rojê here binkeyekî polîsan hat azadkirin.

Girseya ku li balafirxanê pêşwaziya Nazerî dikir, bo îmza wergirtinê, ew rewşa han şermezar kirin û girseyê dirûşma "ji diktator re mirin" avêtin. Piştî destdanîna ser nasname û pasaporta wî Nazerî, hat berdan.

Şahrem Nazeriyê Kirmaşanî muzîka Kurdî ji gundan veguhast ser dikên cîhanê. Herwiha Nazerî ew hunermend e ku helbestên Mewlana bi muzîka folklorîk ya Îranê re pir baş ligel hevdû diguncîne.

Nazerî bi muzîka mîstîk û tesawûfî re mijûl dibe û piştî Sharajarian muzîkjenê folklorîk yê herî mezin ê Îranî tê hesibandin. Fransa ‘Xelata Rûmetê’’ daye Nazerî. Hunermendê navbirî li ser baweriya Ehlî Heq e ku wek Yaristanî jî tê nasîn.

No comments: