Sunday, January 10, 2010

Jineke Kurd Di Zîndaneke Îranê De Jiyana Xwe Ji Dest Da


Dengê Azad: Jineke girtî ya Kurd li zîndana navendî ya Bajarê Urmiyê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Girtiya siyasî ya Kurd Zara Ce’ferî 5 meh berî niha ji aliyê dezgehê Îtlaata Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin û ji wê demê ve di hucreya yek kesî de bû, bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da û karbidestên girtîgehê jî heta niha hîç ronkirinek derbarê çawahiya mirina Zara de nedane.

Wek tê gotin Zara bi tawanê hevkarî û peywendiya ligel partiyeke Kurdî ya neyarê Komara Îslamî ya Îranê hatibû girtin, heta kêliya jiyana xwe jî ji dest da tu sezayek jê re nehatibû diyarkirin.
Ji aliyekî din ve sê Kurd bi navên Erselan Şad Bext, Hejar Hesenzade û Saman Ateşk ku xelkê Serdeşt ên Rojhilatê Kurdistanê ne, ji aliyê Liqa 102 a Dadgeha Giştî ya wî bajarî ve hatin dadgehî kirin û her yek salek hikmê zîndanê da wan. Tê gotin ku ew hersê girtî bi têkdana hêminiya giştî ya bajêr hatine tawanbar kirin.

No comments: