Saturday, December 22, 2012

4’mîn salvegera CAPK`ê û lêgerên civakê

Azad Kurdî
Çar sal bi ser rojbûna Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê derbas bûn. di 22`ê Kanûna 2008`an de ango şeva destpêka çile û rojbûna rêberê navdar ê kurd Dr. Qasimlo, CAPK bi hewl û keda komek çalakvanên civakî û sivîl ên Rojhilat Kurdistanê hat avakirin bi armanca xurtkirina bingehên civakek sivîl li deverên ku bi lêgerên ciddî re rûbirû ne.
Dema ku CAPK hat avakirin, rewşa siyasî û civakî ya herêma Rojhilata Navîn û Kurdistanê ber bi guherttinên lezgîn diçû, lê îro û piştî çar salan ji dema damezrandina civakê, ev rewş li hemû Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi taybet pirr berçavtir û hestyartir pêk hatiye. Guhertin gellek lezgîn çê dibin û her diçe pêvajo û rojev germtir dibe. Şiroveya avakerên CAPK`ê rast deret û ev pêngav pêwîstiyek civakî bû.
Di vê navberê de, erkên gellek giring ên dîrokî û civakî dikevin ser milê takekes û saziyên sivîl û ji aiyekî din partî û rêxistinên siyasî jî. CAPK`ê xwe li hemberî vê rewşê berpirsyar dît. Mêj dem e ku kurd li welatên ku Kurdistan di navbera xwe de parve kirine, banga çareseriya pisa kurdî bi rêya aşt û gotûbêjan dikin. Loma aştî û diyalog û herwiha plan û roje bo pêşdebirina civaka bindesthiştî û paşdemayî ya Kudistanê kirin aramncên xwe, ligel gellek projeyên din. Bi taybet CAPK`ê armancên xebata xwe ya civakî, kultûrî û sivîl kir ser wan deverên Kurdistanê ku bi lêgerên ciddî re rûbirû ne.
CAPK weke saziyek serbixwe û azad, bingeha xebatên xwe yên civakî, kultûrî û sivîl ji bo vejandina çanda neteweyî, pêşvebirina kultûra demokrasiyê u avakirina bingehek ewle ji bo bi hev re jiyana hizr, gel û civakan terxa kir. Ji xwe çareseriya bingehîn û modern  jî wiha dibe. Bi awayekê ku hem takekes û hem jî civak bên guherandin û hemû kêmasiyên heyî bikevin ber bas û şiroveyan û bona çareseriyê gavên bilez bên avêtin. Kurd dive xwe bo guheryinên lezgîn ên pêşiya me xwe amade bikin.
Mixabin yek ji astengên mezin ku pêşiya xebat û projeyên CAPK`ê girt û girtiye, nebûna ewlehiya siyasû û civakî ya hevwelatyan e li Kurdistanê. Ji xeynî zext û zor li ser çalakvanên siyasî, çalakvnaên sivîl û kultûrî jî dikevin ber êrîş û gefan û pirr car tûştî pirsgirêkên mezin dibin ku deerfetên jiyana wan lawaz dibe.  Ji ber ne azadbûna xebatên sivîl û civakî û kultûrî li Kurdistanê, CAPK`ê heta niha nekariye li gor ku dixxwaze û bi awayekî eşkere û berfireh di hundirê civakê de armacên diyarkirî bimeşîne. Lê endam û rêveberên civakê li her dem û derfetekê mifah standine û banga jiyanek aştiyane û xebatên kultûrî û sivîl li Kurdistanê û bi taybet li herênên bi lêgerên ciddî re rûbirû kiriye û dike.
Civaka Kurdistanê di bin atmosferek xurt a ewlekariyê de ye û bingehên civaka sivîl lawaz bûne, lê CAPK li ser armancên xwe yên aştiyane û demokratîk di çarçoveya xebatên civakî, kultûrî û sivîl ku di programa xwe de anîne, berdewam dibe, ji ber ku tekane rêya çareseriyek bingehîn ev rêbaza xebat ye.

No comments: