Thursday, March 22, 2012

Li Sûriyê komkujî berdewam e û azadî nêzîk

Azad Kurdî

azadpress78@hotmail.com
Şoreşa li Sûriya salek derbas kir û ket nava sala duyemîn. Rewşa hundirê Sûriyê û komkujiya ji aliyê rejîma Beşar Esed ve ber bi aloziyeke bi tirs ve diçe. Her diçe hejmara kuştî, birîndar û girtiyan bêhtir dibe. Salek xebat û berxwendan li hemberî hikûmetek dîktator ku bi darê zorê rojên dawiya temendê desthilatdariya xwe derbas dike. Ligel hewldan û hişyarîdan û gefên welatên mezin ên cîhanê derbarê komkujiya hevwelatiyên sivîl ûş nerazî ji aliyê rejîma Sûriyê, lê hêj tu gavek pratîkî ji aliyê hêzên meizn ên cîhanê nehatiye avêtin û gelên Sûriyê bi xwe li xwe xwedî derketine û dixwazin bi dana nirxên giran jî be azadiyê bînin welatê xwe û dawî li sîstema dîktatorî bînin.


Herçiqas Rûsya ji aliyekê û Neteweyên Yekbûyî û Komkara Erebî ji aliyekî din û ji hêla din ve jî eniya rojava bi serkêşiya Amerîka bi armanca bidawîanîna karên tundûtîjiyê û pêşîgirtin ji komkujiya hevwelatiyên sivîl, herwiha dîtina çareseriyeke siyasî ji bo kirîza li Sûriyê di hewldanan de ne, lê êrîşên artêş û hêzên ewlekariyê yên Sûriyê bi ser çend bajaran de berdewam in û hejmara kuştiyan ji 7 hezar kesî derbas bû. Rejîma Sûriyê bi piştgermiya Rûsyam Çîn û Îranê berdewam e lis er komkujiyê. Her diçe rojeva navxweyê Sûriyê dijwartir dibe. Encûmena Niştimanî ya Sûrî mezintirîn û giringtirîn hêza oposîsyonê ya Sûriyê ye û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) duyemîn civata giring û ciddî a opozîsyona Sûriyê ne, nakokî û dijheviyên destpêkê di navbera hêzên Ereb bi hemû hêlên fikrî û herwiha hêzêzn Kurdî ji aliyekî din kêmtir bûye. Lê di vê rewşa ciddî ku Sûriye pê re derbas dibe, car din netifaqî û dijhevî û parçebûn di nav van her du civatên bi bandor de tê dîtin. Bi taybet pirsgirêka ku niha di navbera PYD û ENKS de heye û hêj bê çareserî maye. Heta niha hêzên ereb bi hev re û hêzên Kurdî yên opozîsyonê jî bi tevahî ne li ser hev in û ji ber vê yekê ew nikarin hevkariyeke baş bi hev re bikin û xebata azadîxwaziya gelên Sûriyê bi başî kanalîze bikin.
Di vê navberê de çavnihêriyek bêhtir ji hêzên kurdî yên opozîsyona Sûriyê tê kirin, yekîtî û tebahiya xwe xurttir bikin û hevdeng derkevin qada siaysî a Sûriyê. Opozîsyona kurdî li Sûriyê hêj hemû nakokî û dijheviyên navbera xwe çareser nekirine. Lê ji berê pirr bêhtir çûne pêş. Lê têr nake, çavnihêrî ji vê yekê zêdetir in, ji ber ku diviya ew azmûnên welatên din ên herêmê li ber çavan derbas bikin.
Pêkhatina kongreya dostên Sûriyê li welatê Tûnisê di daziya meha borî û rojeva civînê û hevdîtinan moral û hêviyên xelkê Sûriyê bêhtir û geştir kir. Xala giring a wê civînê tekezkirin li ser çespandin û bicihkirina mafên Kurdan di destûra nû a Sûriyê de bû û çareserkirina pirsa Kurd li wî welatî bû.
Aliyek balkêş a şoreşa gelên Sûriyê ev e ku ev dema salekê ye ku xelkê Sûriyê dixwaze bi awayekî aştiyane û demokratîk di çarçoveya xwepêşandan û mezên sivîl de şoreşa azadîxwaziya xwe ser bixin, lê hêzên leşkerî yên hikûmeta Sûriyê her di kuştina hemwelatiyan de berdewam in û êdî rojeva medyayên cîhanê herî zêde bûye pirsên navxweyê yên Sûriyê û komkujiya hikûmeta wî welatî. Heta reaksyon û tevgerên hikûmeta Beşar Esed bi vî awayî bimeşin û bersiva xwestekên aştiyane û demokratîk ên gelên Sûriyê bi tundûtûjî û kuştinê bê dan, xelk mukirtir dibe û roja azadiyê nêzîk û rûxandina sîstema dêktatoriya Beesê li Sûriyê kintir dikin.

Ev nivîsar di hejmar 179 a Agirî de hatiye belavkirin.

No comments: