Thursday, August 26, 2010

Li Viyena Monumenta Dr. Qasimlo ket ber êrîşeke nediyar

Deng Azad: Di çend rojên borî de, Monomenta Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî li bajarê Viyen a Avusturya ji aliyê çend kesên nediyar ve ket ber êrîşê û monument hat têkdan.

 
Li gor dauyaniya Komîteya Monumenta Şehîdên Viyena ku kopiyek bo me hatiye şandin, çend roj berî niha Monumenta Dr. Qasimlo û hevalên wî ji aliyê çend kesên nediyar ve ketiye berê êrîşekê û hatiye têkdan. Di dauyaniyê de wiha tê gotin: “Di çend rojên borî de ji aliyê çend kesên nenaskirî ve sîma monumentê bi boyaxê hatiye têkdan.”

 
Piştî vê bûyerê, Komîteya Monumentê li cem Polîsê Viyenê doz vekiriye. Polîs ji wan re soz daye peydeçûna bike û derbarê çawaniya vê kiryarê de lêkolînê bide destpêkirin.

 
Herwiha li gor Komîteya Monumenta Şehîdên Viyenê, Beşê Kultûr û Çandê ya Şaredariya bajarê Viyena di nameyeke fermî de ew agahdar kirine ku monumenta wek hemû cîhwarên wî welatî ketiye nav lîsta peykerên wek Che Guivara û wd… û niha şûnde ji aliyê Şaredariya Viyena ve dê were parastin.

Di 17ê Tîrmeha 2010an de, piştî derbasbûna 22 salan bi ser bûyera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, li bajarê Viyenê monumenta wan hat danîn.

No comments: