Tuesday, August 10, 2010

Grubên Selefî yên Rojhilatê Kurdistanê Ciwanên Kurd dikşînin aliyê El Qaîdeyê

Azad Kurdî
Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî zêde tevî grubên Îslamî yên tundrew dibin. Sê ciwanên bajarê Seqiz ku berî demekê peywendî ligel Rêxisitna El-Qaîde çêkiribûn, li Afganistanê hatin kuştin. Civaknasekî Kurd dibêje: “Grubên Îslamî yên tund û selefî bi awayekî berfireh li Seqizê çalakiyan lidar dixin.”


Ew hersê ciwanên 19 salî ji malbatên Gulistanî, Bîglerî û Kerîmpûr ên Seqizê ne ku bi armanca cîhad (li ser riya xwedê şerê pîroz) û şerkirin ligel hêzên Amerîka demek bû çûbûn Afganistanê û li wir jî hatin kuştin. Malbatên van hersê ciwanên ku nû hatine kuştin, dixwazin li dijî çend meleyên Seqizê dozê vekin.


Sala borî jî ciwanekî bajarê Seqizê bi navê Silêman Ehmedî li Afgansitanê hat kuştin. Berî sê salan jî ciwanekî din bi navê Omer li bajarê Romadiye yê Iraqê xwe bi hêzên Amerîka de teqand.


Tevî ku jimareke zêde ya grub û saziyên olî li Rojhilatê Kurdistanê hene, lê di çend salên borî de hinek ciwanên vî parçê Kurdistanê bi mebesta tevlîbûna ligel grubên Selefî û saziyên Îslamî çûne welatên Afganistan, Pakistan, Çîçanistan û Iraqê.


Civaknasê ji bajarê Seqiz Xalid Tewekulî, sedema tevlîbûna van ciwanan bo Grûbên Selefî bi pirsgirêkên civakî wek bêkarî, bikaranîna madeyên hoşber û hejarî, pirsgirkêa nasnameyê ve girêdide û wiha daxife: “Ev dibin sedem hêzên tund ên Îslamî xurt û zêde bin. Di salên borî de, beşek ji van Grûbên Selefî hatine Seqizê û dest bi çalakiyan kirine û beşeke zêde ya ciwanan ber bi aliyê xwe ve kişandine.”

Tewekulî wiha domand: “Ew grûbên li derdora bajarê Seqizê karê rêxistinê dikin û zêde şevan çalakiyan dimeşînin û di warê bîrdozî û zehnî de waneyan ji ciwanan re dibêjin.”


Rûdawê peywendî ligel buroya Qaîmmeqamiya Seqizê kir, lê kes ne amade bû derbarê kuştina wan sê ciwanan de biaxife.


Li gor agahiyan, ew grûb bi awayekî azad karê rêxistinê dikin û çalakiyan jî birêve dibin, malbatên Kurd ji ber rakişandina zarokên xwe ji aliyê van grûbên tundrew nîgeran in.


Endamê Komîta Navendî yê Komela Zehmetkêşên Kurdistanê Aram Muderisî, eşkere kir, ew grûbên Selefî ku li Rojhilatê Kurdistanê peyda bûne, beşek ji liqa El Qaîdeyê ne ku li Iraqê çalak bû, lê piştî vê yekê sala 2003an ji aliyê Hêzên Pêşmerge û Hêzên Amerîka êrîşê ser wan hat kirin û li Başûrê Kurdistanê neman, bingehên xwe veguhastin Kurdistana Rojhilat, Muderisî wiha got: “Komara Îslamî ya Îranê rasterast alîkariya lojestîkî, aborî û manewî ji wan grûban dike.”


Muderisî diyar kir, agahiyên wan hene ev grub li kîjan deverên Rojhilatê Kurdistanê bicih bûne û çawa hevkariya wan tê kirin û ragehand: “Wê Grûba Selefî ya tundrew nêzîkî 10 salan dibe li hinek bajarên Rojhilatê Kurdistanê nemaze li taxên hejaran derketine.”


Bi baweriya Muderisî, Komara Îslamî bi armanca lawazkirina tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd li rojhilat hewl dide wê grûba Îslamîst a tundrew bihêz bike û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Ew ne veşartî ne, ne bi eşkere jî çalakiyan rêve dibin, lê kes rê li ber wan nagire. Di mizgeftan de bi helkeftên cuda civînên mezin lidardixin.”


Aram Muderisî ji Rûdawê re da xwiyakirin: “Berî heft salan vê grubê 10-15 zarokên 9-15 salî li bajarê Bokan birin Belûçistanê û li wir veguhastin Pakistan û Afganistanê û perwerdeya taybet bi wan dabûn kirin. Destpêka derketina vê grubê li rojhilat bi dijberîkirina tund a Hikûmeta Herêma Kurdistanê destpê kir û niha jî bi awayekî rasterast wê neyariyê didomînin.”

Mamostayên olî li rojhilat dijî vê gruba tund in û bi hemû awayekî nerînên wan red dikin. Meleyê mizgefta Nûr a bajarê Urmiye, Seîd Babaseferî got: “Îslam bi tundî dijî kuştin, xwekujî, teror û zerermendkirina mirovane. Berî çend salan nerînek wiha li cem hinek ciwanên Urmiye jî peyda bûbû, lê me şîret kirin û dest ji wî karî berdan û tevlî wan gruban nebûn.”
‘Rûdaw’

No comments: