Thursday, August 26, 2010

Ajansa Nûçeyan a Mukrian hat daxistin û hemû arşîva wê ya çend salî hat jinavbirin

Dengê Azad - CAPK – Kurdistan: Ajansa Mukrian a Nûçeyan, ku ligel dehan asteng û pirsgirêkan zêdeyî çar sal bû bêrawestan xebata nûçegihaniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê dikir, hat qedexekirin û hemû arşîva wê ya çend salên borî jî hat jinavbirin.

Ajansa Mukrian a Nûçeyan, bo hemû Kurdan bi taybet rojnamevan û çalakvanên siyasî û sivîl û civakî li Rojhilatê Kurdistanê û derveyî welat jî naveke naskirî ye. Ji bihara 2006an pêde ligel ku rêveberên wan hatin binçavkirin û ji aliyê rayedarên Komara Îslamî ya Îranê sedan asteng û kosp ji wan re hatin pêkanîn, lê bê rawestan nûçe û agahî derbarê bûyerên Rojhilatê Kurd diweşandin.

Li gor agahiyên Ajansa Mukrian a Nûçeyan, mixabin Ajansa han a Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê jî dat daxistin û hemû arşîva wê ya çend salî ji aliyê berpirsên Komara Îslamî hat jinavbirin.

Rojnamevan Xusro Kurdpûr rêveberiya Ajansa Mukrian a Nûçeyan dikir û derbarê daxistina ajansa wan daxuyaniyek çapemeniyê belav kir û tê de bi berfirehî balê dikşîne ser asteng û pirsgirêkên ku ji aliyê karbidestên Komara Îslamî ji wan re hatine pêkanîn û di encam de ajansa wan a nûçegihaniyê qedexe kirin û arşîva wê ya çend salî jî ji nav birine.

No comments: