Azad Kurdî
Ligel ku 11
sal e ji sedsala 21’mîn derbas dibe û em çend rojên din diçin nav sala nû, hêj
pirsa wekheviya zayendî di cîhanê de nehatiye çareserkirin û îradeya giştî ya
navneteweyî jî di vê derbarê de xemsar e û di pratîkê de gavên bingehîn nehatine
avêtin.
Sedsala niha
ku wek sedeya teknolojî, pêşketina zanist û lezgîniya agahî û peywendiyan tê
binavkirin, lê mirovahiyê nekariye yek ji lêgerên mezin û bi bandor ên civaka
navneteweyî çareser bike ku ew jî pirsa wekheviyê di hemû warên jiyanê de ye.
Hêj mirovahî
li ser mafên mirovî yên destpêkî û sirûştî ji bo nîva civakê ango jinan diaxive
û berdewam tekez li ser tê kirin û heta bîrdoziyên gelek kûr jî tên nivîsandin
û belavkirin. Lê em dibînin ku ev mafên mirovî û xwezayî yên destpêkî jî ji
aliyê hindek welatên paşverû bi awayekî sîstematêîk tên binpêkirin, bêy ku
civaka cîhanê lê xwedî derkeve û balê bide binpêkirina wekheviyê wek prensîpek
civakî, sivîl û hemdem a mirovahiyê di welatên dîktatorlêdayî û heta hindek
welatên pêşketî û nîv modern jî. Ji xeynî debîn nebûna van maf û azadiyên
sirûştî û destpêkî jî, lê hê tundûtijiyên sîstematîk heta ji aliyê dewletan li
dijî jinan û mesela wekheviya maf û azadiyan tê meşandin.
Vê rewşê
wisa kiriye ku di gelek welatên wek Îranê de, jin ku bê rawestan ji bo wekhevî
û dabînbûna wekheviyê xebatê dikin û kedê didin, rojek wek 8’ê Adarê neyê pîroz
kirin, zêde bibe roja nîşandana nerazîbûnê û rûbirûbûn ligel hikûmetekê ku hemû
qanûn û rêsayên wê wekheviyê binpê dikin û nîva civakê wek mirovên derce duyem
dihesibîne.
Li gor
qanûnên malbat û yasayên din ên Îranê, jin ji hiqûqên wekhev ligel mêran bêpar
in, ji ber jinbûnê neçar in ku ji bo geriyan, hilbijartina kar û xwnedin û ...
ji hevserê xwe û malbata bav izna nivîskî werbigrin, mafê serperiştîkirinê di
malbatê de ji bo mêr e û keç hêj ji bo hilbijartina hevser ne serbixwe ne û
tenê bi izna bav û kailkê bav dikarin biwezicin. Tundûtûjiyên namûsî li dijî
jinan û asankariyên qanûnî bo mêran, kiryarên tundûtûjiyên malbatî dijî jinan
zêde kirine. Mafê berdanê ji bo mêr e û wekheviya ji bo jinan di vî mafê de jî
tune û gelek madeyên qanûna medenî wek zina çend hevseriyê, jiyana jinan ligel
lêger û dijwariyên mezin rûbirû kiriye.
Li Îranê,
jin heta ji mafê şarovendî û sivîl yê hilbijartina azad a lixwekirinê bêpar
hatine kirin û em şahid in ku rojane hezaran keç û jin ji ber ne parastina bin
nav ‘Hicaba Îslamî’ ligel tundûtûjî û tevgerên dijî mirovî yên hêzên dewletê û
Polîsan berbirû dibin. Jin li Îranê neçar in ku eba, çarik, laçik û nîqaban
bavêjin ser ser û bejna xwe. Ferq û cudahîdanîn
li zanîngehan ji bo keçan bi eşkere tê xuyakirin û her sal projeyên nû tê
derxistin û keç û xortan ji hev vediqetînin.!
Di rastî de ev
ne wekhevî di warên hiqûqî de bûye sebebê tundûtûjiyên zêdetir di hemû aliyên
civakî û jiyana malbatî jî, ji ber ku zagon çavkaniya wan tundûtûjiyan e li
dijî jinan. Niha jî berdewam jin tên darvekirin û kevirbarankirin (ricimkirin)
û sedan jin niha ev ceza xwarine û li benda rêveçûna birayrê ne.
Loma ez
bawer im ku bingeha wekheviyê ji malbatê destpê dike, heta yeksanî di pergala
malbatan de neyê cîgirkirin û nifşa îro zarokên keç û xort ên xwe bê cudakarî û
ferqdanîn mezin nekin û ji wan re nekin kultûr, di gava yekem de wekhevî dijwar
e ku pêk bê.
Piştre rolê
sîstem û qanûnên bingehîn û sivîl ên welatan in ku dikarin di pêvajoya
çareserkirina pirsa wekheviyê de rolek pir mezin û karîger bilîzin. Çarçoveya
sîstema siyasî ya Îranê bi awayekê ye ku guhertina van qanûnan jî bi awayekî
modern, hemdem û demokratîk zêde xewn e xeyal e heta tiştek realîste. Lê nifşa
niha wekheviyê dixwaze û li hemberî tundûtûjiyan bêdeng nasekine û ji bo
dabînbûna azadî û yeksaniyê hemû nirxan jî dide. Hêvî ji bo pêşerojek ronî û
jiyanek bêhtir di nav dilê alîgirên civaka yeksan vedigeşe.
Azad û
demokrasî bêy wekheviyê wate nade û vêna jî tenê di sîstemk demokratîk de pêk
tê ku mirovserdestî hebe.
Alîgirên azadî
û wekhevî û mirovserdestiyê pêdivî ye ku jiholê rakirina hemû awayên ferq û
cudahîdanînê, ji qanûnê bigre heta kultûr û kevneşopan, bikin armanca sereke ya
xebata sivîl, civakî, siyasî û giştî û di pratîkê di gavan bavêjin. Azadî, demokrasî,
qanûnên nûjen û dmeokratîk, wekheviya zayendî û parastina mafên mirov cewhera pergalên
nû ne ku mirovahê pêdiviyê wan e û azadî bêy wekhevî jî bê wate ûp ne mumkin e.
No comments:
Post a Comment