Çarşembî,
11 Meha Yek 2012
Hevpeyvîn - Ahmed Barzanî
Profesor
Mustefa Ahmedî Rûşen roja Çarşemê li Tehranê hate kuştin.
Medyaya Îranê ragihand ku bi sedema teqîna bombekê li
Tehranê zanayekê navokî yê Îranî hate kuştin.
Li du salên bihûrî jî, herî kêm sê zanayên navokî yên Îranê
hatin kuştin.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, rojnamevan Azad
Kurdî dibêje ku Îran dikare zanayên xwe biparêze û kuştina zana û pisporên
Îranî bi vî awayî “gumaneke mezin di hundirê Îranê de çê kiriye.”
Birêz Kurdî herwiha dibêje ku teqîna roja Çarşemê çi
bandor li ser hilbijartinên Adarê nabe.
Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî
bi birêz Azad Kurdî re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li aliyê rastê vê rûpelê kilik
bike.
No comments:
Post a Comment