Azad Kurdî
Biryar e Komara Îslamî ya Îranê di 2’ê Adara 2012’an (12’ê
Reşema 1390)an, nehemîn gera hilbijartinên nûnerên Meclîsa Şêwra Îslamî rêve
bibe. Kirîza xurt a nerazîbûnên navxweyî û ji aliyekî din jî zext û givaşên navneteweyî
bi sedema pêşdebirina bernameyên etomî yên wê rejîmê, Komara Îslamî niha ligel rewşek
taybet û hesas rûbirû kiriye, bi awayekê ku niha zêdeyî hemû 33 salên borî yên
desthilatdariya xwe pêwîstî bi nimayîşa çûna neteweyên Îranê bo ser sindoqên
dengdanê heye. Vêna ne ji ber vê yekê ku Komara Îslamî bawerî bi hilbijartinên
azad, demokratîk û azadkirina dengdanê û azadkirina berbijaran heye, belkî tenê
dixwaze bi vê rêyê jesta rewayî û berheqiya xwe bikşîne rûyê raya giştî ya
cîhanê.
Hilbijartin, aleva herî giring a ewle û garantîbûna
demokrasiyê di nav civakê de ye. Bi awayekê ku di sîstemek demokratîk de
hevwelatî bi bikaranîna derfeta demokrasiyê û beşdarî di têkoşîna siyasî de
dixwazin biryarê li ser rêveberî û çarenûsa xwe bidin. Di welatên azad û
demokratîk de ku hilbijartin bê qeyd û bend tê rêvebirin, hilbijartinên han
derfetek mezin e ji bo ku civatên xelkê bi hilabijartina nûner û bijartiyên xwe
hest bi serweriya xwe bideste bigirin û çarenivîsa xwe bi destê wan xwe diyar
bikin. Di vê sîstemê de pergal ya gel e û ji aliyê xelkê bi awayekî sivîl û
modern û dempokratîk nûner û rêveber tên diyarkirin. Nûner û kesên bijartî ji
aliyê xelkê neçar in bersivderê xelkê bin û gel li gor karnameya wan bi wan re
tevdigere. Sindoqa dengdanê navenda parastina desthilata xelkê bi ser xelkê ye.
Di hemû gerên hilbijartinê de jî hemû proseyên hilbijartinê bi awayekî azad û
demokratêk tên meşandin. Ji ber vê yekê ye ku niha demokrasî kultûrek e ku zêdeyî
civaka mirovahiyê diecibînin û diceribînin.
Normal e ku kesên baş sîstema dîktatoriya Komara Îslamî
ya Îranê nas nekin, bi hebûna hilbijartinên berdewam – ji xeynî hilbijartina
kesayetî û sazî û dezgehên sereke û biryarder ên pergalê ku hemû ji aliyê
serokê olî û bê agehdairya xelkê tên hilbijartin – di vê rejîmê de bixapin û
her wek rayedarên vê rejîmê jî îdea dikin, ‘demokasiyek bê hemya di
desthilatdariya wan de heye ku li ti derek cîhanê tune ye’!
Pirsgirêk di vir de ye ku her ji roja yekem ku Komara
Îslamî desthilat bidestve girt, hemû bingehên sîstemek demokratîk û demokrasiyê
ku hilbijartin yek ji wan e, ji cewher û naveroka xwe ya rastîn hat vala û
dûrkirin. Hilbijartin li gor bingeh û pîvanên felsefe û îdeolojiya teng û hişk
ya ‘Welayeta Feqîh’ hatin darêtin ku îdeaya nûneriya Xwedê li ser erdê dike û
piştî Xomeynî, Xemneyî xwe wekî Weliyê Feqîh dihesibîne.
Ez bawer im ku stem û zordariya herî mezin ku desthilatên
totalîter wek Komara Îslamî di cîhana sêyem li ser xelkê dimeşînin, ev e ku
hemû bingeh û pîvanên beşdarî û hilbijartina azad asteng dikin û her tiştî li gor
berjewendiya pergala xwe diparêzin û rê nadin bi vîn û îradeya xwe rasterast
biryarê li ser çarenûsa xwe bidin.
Di Komara Îslamî ya Îranê de, hilbijartin ji naveroka xwe
ya rastîn hatine vala kirin û di vê çarçoveya teng û kontrolkirî ji aliyê
hikûmetê ve tên lidarxistin. Ya balkêş ev bû ku di çend rojên borî de
kêrhatîbûna gelek nûnerên ku niha di Meclîsê de ne jî, hate betalkirin û
nikarin tevlî hilbijartinê nimayişî bibin. Di Rojhilatê Kurdistanê ev yek gelek
xuya û eşkere bû.
Di nivîsara bê de emê rojeva hilbijartinê li Rojhilaêt
Kurdistanê şirove bikin.
Not: Ev nivîsar di hejmara 175'an a duheftînameya Agirî de hatiye çap û belavkirin.
http://www.kurdistanmedia.com/kurmanci/siyasi/file/5023.php
No comments:
Post a Comment