Sunday, August 7, 2011

Teqînek xurt li hêla herî mezin a boriyên petrola Îranê pêk hat

Dengê Azad - Kurdpa: Îro serê sibehê 5ê Tebaxa 2011an, teqînek xurt di nav hêla boriyên petrolê ya ‘Qelenar’ bo Xozistanê de pêk hat ku yek ji hêlên herî mezin ên veguhastina petrola Îranê tê hesibandin.

Ajansa Nûçegihaniya MEHR, ev nûçe piştrast kir û ragehand, serê sibeha îro 5ê Tebaxa 2011an, teqînek xurt di nav hêla boriyên petrolê de ku ji ‘Qelenar’ diçe bo Xozistanê çêbû û di encam de ji ber çebûna agireke mezin zerarek berfireh gihaye hêlên neftê.

Li gor agahiyêm çavkaniya nûçeyê, heta niha sedemên çêbûna teqînê nehatiye zanîn û ti berpirsyarek fermî di vê derbarê de daxuyanî nedane.

Ew hêla boriyên petrolê bo mebesta veguhastina nefta xaw a çalên petrola navçeya ‘Qelenar’ a Loristan û Xozistanê hatiye çêkirin ku ji aliyê fîrmaya gaz û petrolê ya Karûna Ehwazê ve çavdêriya wê tê kirin.

Hefteya borî jî li hêla boriyên gaza henarde ya Îran bo Tirkiyê teqînek mezin çêbû ku berpirsyarên Komara Îslamî ew teqîn xistin stoyê PJAKê û di hember de wê partiyê jî ew tomet red kirin.

Herwiha di havîna sala 2010an de jî teqînek xurt di nav çalek petrolê ya ‘Neftşar’ de li parêzgeha Kirmaşan a Rojhlatê Kurdistanê pêk hat ku di encam de çend çalên din ên petrolê jî seba vê teqînê agir girtin û ji ber xurtiya agirketinê bo dema du hefteyan şewitîna petrolê dirêjî hebû û agir nehat vemirandin.

No comments: