Sunday, August 7, 2011

Nûciwanekî Merîwanî ji aliyê hêzên leşkerî yên Îranê hat kuştin

Dengê Azad - Kurdpa: Nûciwanekî Kurd yê 16 salî ku xelkê gundê Tûwesûran ser bi bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê ye, ji aliyê hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ve ket ber êrîşê û jiyana xwe ji dest da.

 
Ajansa Nûçeyan a Firat belav kir, Arman Melayî (16) di roja 2ê Tebaxa 2011an de li ser sînorê Îran û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi sedema êrîşa hêzên leşkerî yên Îranê ve jiyana xwe ji dest da.

 
Ji destpêka sala 2001an heya niha 4 zarok û jinek û bi giştî 33 hemwelatiyên sivîl ji aliyê hêzên leşkerî ve li ser sînorê welatên Îran û Tirkiyê, Îran û Iraq û Îran û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûne gorî û dehan kes jî hatine birîndarkirin.

 
Ajansa Nûçeyan a Firat di berdewamiya rapora xwe de eşkere kir, 14 kes ji wan kuştiyan ji aliyê hêzên leşkerî yên Îranê ve hatine qetilkirin.

 
Di sala 2011an de herî kêm 68 welatî û herwiha di sala 2009an de jî 90 welatiyên sivîl yên niştecihên sînorên Îran û Iraqê ji aliyê hêzên leşkerî ve hatine kuştin û dehan kes jî hatine birîndarkirin.

No comments: