Sunday, August 7, 2011

Berdevkê PJAK: 346 kes di şerê vê dawiyê di navbera Sipaha Pasdaran û PJAKê de hatine kuştin

Dengê Azad - Kurdpa: Berdevkê fermî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Şêrzad Kemanger, ji Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa re regehad ku di encama şerê dawî di navbera Sipaha Pasdarên hikûmeta Îranê û PJAKê de, 330 kes ji hêzên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin û hejmara kuştiyên PJAKê jî 16 kes bûne.

Cihgirê siyasî yê Sipaha Pasdaran a hikûmeta Îranê Yedula Cewanî, di daxuyaniyekê de bo Ajansa Nûçeyan a MEHR ragehandiye: “Zêdeyî 50 çekdarên PJAKê hatine kuştin, di nav kuştiyan de jî fermanderekî PJAKî jî heye ku sebebê sereke yê teqandina boriya gaza navbera Îran û Tirkiye bûye.”

Navbirî di dirêjiya daxuyaniya xwe de bo MEHR, Amerîka û Îsraîl bi piştgirî û handerê sereke yên grûbên terorîstî bi taybet PJAKê daye zanîn û herwiha PJAK wek liqek ji PKKê wesifandiye û got: “Bo selimandina vê gotinê jî belgeya me ew e ku piraniya çekdarên PJAKê xelkê welatên Tirkiye û Sûriyê ne”.

Cihgirê siyasî yê Sipaha Pasdaran, eşkere kir jî ku hinek belge û dukoment derbarê kar û kiryarên terorîstî yên PJAKê radestî Dezgeha Dad a Almaniya û biryar e jî Almaniya derbarê vê pirsê bersivê bide me.

Di vê derbarê de Berdevkê fermî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Şêrzad Kemanger, ligel piştrastkirina teqandina boriya gaza navbera Îran û Tirkiye de ji aliyê Gerîlayên PJAKê ve, ji Ajansa Kurdpa re da xuyakirin: “Ji destpêka şerê vê dawiyê ve û di çarçoveya parastina rewa de 16 kes ji gerîlayan jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî 330 kes ji çekdarên Komara Îslamî ya Îranê jî hatine kuştin û bi dehan cor çekên hêzên Îranê ketine destê Gerîlayên PJAKê.” Şêrzad Kemanger, derbarê hebûna hêzên welatên biyanî bo piştgirîkirina van êrîşan wiha axivî: “Komara Îslamî ya Îranê bi xwe yek ji hander û piştevanên sereke yên grûbên terorîstî yên radîkal e û Amerîka û Îsraîl ti core piştgiriyek ji me nekirine û PJAK hêza xwe ji gel werdigre.”
Berdevkê PJAKê, hebûna xelkê Turkiye û Sûriyê di nav Gerîlayên PJAKê de wek têgihîştina asta bilind a hesta netewî wesifand û wiha pêde çû: “Em partiyeke serbixwe ne û me tenê felsefe û rênimayiyên rêber Apo wek rênîşander qebûl kiriye.”

Berdevkê fermî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), derbarê dayîna belgeyan ji aliyê hikûmeta Îranê ve bo Dezgeha Dad a Almaniya, wiha daxuyaniya xwe ji Ajansa Kurdpa re bi dawî anî: “Ew belgenameyên Komara Îslamî tiştek bê bingeh in û ger dadgeheke dadperwerane hebe, em ji bo her cor lêpirsînekê amade ne.”

No comments: