Sunday, August 7, 2011

Îran û Hizbulahê di îdamkirina leşkerên nerazî yên Sûriyê de dest hene

Dengê Azad - Kurdpa: Komîsraya Mafê Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekgirtî di raporekê de hikûmeta Îranê û Hizbulaha Lubnanê bi kuştina leşkerên nerazî yên dijî hikûmeta Sûriyê tawanbar kir.

 
Malpera ‘alarabiya’ di nûçeyekê de eşkere kir, li gor rapora han: “Ew leşkerên Sûrî ku naxwazin xwenîşanderên nerazî yên hikûmeta Sûriyê bikujin, bi hevkariya Îran û Hizbulahê tên îdamkirin.”

Cara yekemîn e ku Komîsraya Mafê Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekgirtî bi eşkere û bi awayekî fermî hikûmeta Îran û Hizbulaha Lubnan bi kuştina leşkerên Sûriyên yên nerazî sûcbar dike.

Elî Xameneyî Serokê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê, di daxuyaniya xwe ya herî nû de, nerazîbûnên xelkê Sûriyê şermezar kir û serhildana wan xwepêşanderan bi komploya welatên Rojava û bi taybet Amerîlka da zanîn.
Çend roj berî niha Konseya Ewlekariya Navdewletî di daxuyaniyekê de, liv û tevgerên tundûtûj ên desthilatdarên Sûriyê li dijî hevwelatiyên sivîl û bê guneh protesto kir. Herwiha Yekîtiya Ewrûpa û çendîn welatên din ên Ewrûpî jî bi awayekî cuda dewleta Sûriyê derbarê qirkirina xwenîşanderên nerazî û sivîl mehkûm kirine.

No comments: