Sunday, August 7, 2011

Nivîskar û vekolerê Kurd Secad Cehanfer hat binçavkirin

Dengê Azad - Kurdpa: Nivîskar û vekolerê ciwan yê bajarê Gîlanxerb li parêzgeha Kirmaşan Secad Cehanfer, roja 3ê Tebaxê ji aliyê hêzên ewlekariya Komara Îslamî ve hat binçavkirin. Herwiha hefteya borî jî 3 çalakvanên edebî yên Kurd li Gîlanxerbê hatibûn binçavkirin.

Li gor rapora Kampanya Navneteweyî ya Mafê Mirov li Îranê, nivîskarê Kurd ê ciwan Secad Cehanfer, di roja 3ê Tebaxa 2011an de li bajarê Kirmaşan ji aliyê hêzên ewlekariya Komara Îslamî ve hat binçavkirin.

Secad Cehanfer, çend pirtûk bi zimanên Farisî û zaravê Kelhorî yê zimanê Kurdî nivîsandine ku ya herî bi nav û deng ‘Efsaneya welatê medya’ ye.

Secad Cehanfer di demekê de hat binçavkirin ku di 2 hefteyên borî de hêzên ewlekariya Komara Îslamî êrîş birine ser mala hejmarek ji çalakvanên edebî û çandî yên bajarê Gîlanxerb li parêzgeha Kirmaşan û 3 kes ji wan girtine. Navê kesên binçavkirî yên du hefteyên borî de ev in: Cemal Xanî, Ferhad Wekîlî û Neîm Necefî ku endamên Civata Wêjeyî ya BANAN a bajarê Gîlanxerb bûn. Herwiha ew sê çalakvanên çandî yên Kurd hevkarên malpera bi navê ‘Taqwesan’ in.

Hêjayî gotinê ye, heta niha sedema binçavkirina van nivîskarên Kurd û çalakvanên sivîl û edebî nehatiye ragehadin û tometa wan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve nehatiye zelalkirin. Ji aliyekî din ve jî, heya niha wan çalakvanên Kurd tu peywendiyek rasterast û hevdîtinek bi malbatên xwe re pêk neanîne.

No comments: