Sunday, August 7, 2011

Bo rawestandina topbaranên Îranê, boykot dikeve ser berhemên wê

Dengê Azad - Kurdpa: Kampanya ‘Na bo kirîna alav û malên Îranî’ daxwaz ji hemû welatiyên Herêma Kurdistanê dike, heya topbaranên nevçeyên sînorî neyên ragirtin, kirîna kelûpel û xorak û berhemên Îranî boykot bikin.

Bi armanca şermezarkirin û sekinandina topbaranên Îranê yên navçeyên sînorî, Kampanya ‘Na bo kirîna alav û malên Îranî’ bi telvêbûna dehan rewşenbîr, rojnamevan, hunermend û çalakvanên sivîl civînek li bajarê Hewlêrê lidarxist û daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê kir ku xwe ji kirîna kelûpel û berhemên Îranî biparêzin û bi vî awayî nerazîbûna xwe ya sivîl nîşan bidin.

 
Berpirsê vê kampaynê Lalo Rencder ji Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa re ragehand: “Aramanca sereke ya kampanyayê sekinandina topbaranên Komara Îslamî ye bo ser axa Herêma Kurdistanê, ji ber heta wê demê ku topbaranên Komara Îslamî bo ser Herêma Kurdistanê berdewam bin, em wek kampanya pêdagir in li ser haydana xelkê bo nekirîna alav û berhemên Îranî.

Lalo Rencder herwiha bal kişand ser vê yekê jî ku armanca wan ji organîzekirina wê kampanyayê tenê ragirtina topbaranên Îranê bûye û ne tiştekî din û wiha dirêjî bi axavtina xwe da: “Ger na gelek normal e ku tevger û dan û stanên berfireh ên bazirganî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îranê de hebe, ji ber ku tenê me li dijî topbaranê helwest wergirtiye.”

Rencder derbarê helwesta dezgeh û saziyên Hikûmeta Herêmê li ser vê pirsê û bi taybet Oda Bazirganî de wiha axivî: “Berpirs û karmendên Oda Bazirganî bo bicihanîna armancên me gelek berpirsyarane tevgeriyane, ji ber ew jî bi me re hevdeng bûn û bawer in divê topbaranên ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê bên rawestandin.”

Navbirî vêna jî eşkere kir ku ger Komara Îslamî bersiva erênî nede daxwaziyên vê kampanyê, di pêşerojê de corên çalakiyên wan dê dijwartir bibin û di berdewamiya axavtina xwe de got: “Lê em awayê wan çalakiyan niha eşkere nakin, di dahatû de dê kifş bibin.”

Berdevkê Federasyona Saziyên ne Hikûmetî yên Herêma Kurdistanê Sîrwan Gerdî, derbarê pirsa Kurdpa li ser armancên organîzekirina vê kampanyê da zanîn, ev kampanya bi armanca zext û guşaranîn bo ser Komara Îslamî hatiye rêxistin da ku topbaranê rawestîne û wiha dirêjî bi axavtina xwe da: “Piştî ku dezgeh û saziyên Hikûmeta Herêm û Konsolxaneya Îranê li Hewlêrê bo rawestandina topbaranê bersiv nedan, saziyên sivîl dest bi çalakiyeke medenî kirin û em dixwazin zextên xwe di nav civakê de berfirehtir bikin.”


Di berdewamiya daxuyaniya xwe de bo Kurdpa, Sîrwan Gerdî eşkere kir: “Dahata tevger û dan û stanên bazirganî yên Îran ligel Iraqê di salê de ji sedî 30 li Herêma Kurdistanê dabîn dibe. Loma em jî dikaribin bi rêya kontrolkirina beşê bazirganî hinek armancên xwe bidest bixin.”

Berdevkê Federasyona Saziyên ne Hikûmetî yên Herêma Kurdistanê zêde agahî dan Kurdpa û got: Kampanya ‘Na bo kirîna alav û malên Îranî’ ne ji bo demeke heta hetayî ye, belkî bo heyamek demkî ye û armanca vê kampanyê tenê zext û guşarxistin bo sekinadina topbaranên Îranê ye.”

Derbarê çalakiyên dahatû yên kampanyayê wiha axivî: “Em dixwazin di hefteya pêşiyê de çalakiyekê di vê derbarê de rêbixin, ew jî bi rêya nivsîn li ser pankard û herwiha bi lêxistina nîşana “X” li ser alav û malên Îranî xelkê han bidin ji bo nekirîna malên Îranî.”

Sîrwan Gerdî axaftina xwe wiha bi dawî anî: “Em bawer in ger bî û her hemwelatiyek ji aliyê xwe alavên Îranî nekire, bîguman dê encamek erênî derkeve holê.”

No comments: