Dengê Azad - Kurdpa: Raporterê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî derbarê mafê mirovan li Îranê Ehmed Şehîd, bi fermî daxwaz ji Îranê kir ku rê bide wî bo nirxandin û peydeçûna pirsa mafê mirovan serdana wî welatî bike.
Ajansa Nûçegihaniya Fransa (AFP) da zanîn ku Ehmed Şehîd îro çarşem 3ê Tebaxa 2011an li Genevê bi fermî xwe wekî raporterê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî derbarê mafê mirovan li Komara Îslamî da naskirin û dîsan tekez li ser daxwaza xwe kir ku serdana Îranê bike bo şopandina rewşa mafê mirovan.
Erkê Ehmed Şehîd ji bo nirxandina rewşa mafê mirovan li Îranê ji roja duşem 1ê Tebaxê bi awayekî fermî destpê kiriye.
Ehmed Şehîd, Wezîrê Karê Derve yê Malîdvya roja 17.06.2011an ji aliyê Konseya Mafê Mirov a Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ve wekî raporterê taybet yê NY derbarê mafê mirovan li Îranê hat diyarkirin ku biryar e di dawiya havîna îsal de yekemîn rapora xwe pêşkêşî Konseya Mafê Mirov û Komîteya Sêyem a Civata Giştî ya NY bike.
Berê Serokê Dezgeha Dad a Îranê Mihemed Cewad Larîcanî ragehandibû: “Di karnameya mafê mirov a Komara Îslamî de ti pirsgirêk û xaleke reş nayê xuyakirin û diyarkirina nûnerê taybet bo nirxandina mafê mirovan li Îranê projeya şermezariya Rojava ye û dibe bê rakirin û pêwîstiya Îranê pê re tune.”
Ji wê demê şûnde ku Ehmed Şehîd wekî nûnerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bo karûbarê mafê mirovan li Îranê hatiye diyarkirin, dehan kes ji rewşenbîr, mamostayên zanîngeh, mafnas, hunermend û çalakvanên siyasî û sivîl li Îranê û derveyî welat di nammeyek vekirî de bo Ehmed Şehîd ragehandine: “Armanca Komara Îslamî ji bo ne pejirandina we bo vê berpirsyariya nû û pêşgîrîkirina ji serdana we bo Îranê, vêna ye ku pêşgîriyê bike ji kifş û eşkerebûna cinayetên xwe bo civaka cîhanî.”
No comments:
Post a Comment