Dengê Azad - Kurdpa: Malbata girtiyê siyasî yê Kurd Nasir Xanîzade ku ji sedemên rastiya kuştina xortê xwe agahdar bûne, ji aliyê hêzên Ewlekariyê ve ketin ber tehdîd û gefa bêdengiyê.
Piştî ku hat ragehandin di 24ê Tîrmeha 201an de girtiyê siyasî yê Kurd Nasir Xanîzade li Girtîgeha Urmiyê bi sedema nexweşiyê canê xwe ji dest daye, niha hatiye eşkerekirin ku Nasir bi sedema îşkenceyê li hepsê jiyana xwe ji dest daye.
Malbata Nasir Xanîzade bûyera mirina bi guman a kurê xwe şopandine û dixwazin derbarê rastiya bûyerê agahiyan bizanin.
Hêzên Ewlekariya Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê malbata Nasir Xanîzade tehdîd kirine ku ger ew bixwazin cenazeyê Nasir bikeve ber lêgerîna bijîşkî, dê bikevin ber lêpirsînê, lewra hemû endamên malbata wî agahdar kirine ku nabe vê nûçeyê li tu cihekê belav bikin û agahiyan nedin çavkaniyên nûçeyan û nabe nûçeyên di vê derbarê de bê weşandin.
Cenazeyê Nasir Xanîzade dema xwe nedan malbata wî û ji aliyê Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê bi xwe hat veşartin.
No comments:
Post a Comment