Thursday, August 4, 2011

Hemwelatiyekî Kurd li Mehabadê bi 6 sal hepsê hat mehkûmkirin

Dengê Azad - Kurdpa: Hemwelatiyekî Kurd ê bajarê Mehabadê piştî ku dema salekê di çarenûseke nezelal de ma, ji aliyê Dozgeriya bajarê Mehabadê ve bi 6 sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.

 
Cemal Mihemedî xelkê bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê ye û ji aliyê Dadgeha Şoreşa wî bajarî ve cezayê 6 sal hepsê xwar.

Cemal Mihemedî salekê berî niha ji aliyê hêzên ewlekariya bajarê Mehabadê ve bi tometa çalakî li dijî sîstema Îranê hat girtin û heya berî vê biryara nû di çarenûseke nediyar de bû.

 
Ji destpêka sala 1390an a Rojî vere heta niha ku 5 meh jê derbas dibin, Dezgeha Dad a Komara Îslamî ya Îranê çendîn hemwelatiyên Kurd bi tometa çalakiyên siyasî bi cezayên giran ên hepsê mehkûm kirine ku tevahiya van hukman dike 39 sal û 6 meh zindan.

No comments: