Thursday, August 4, 2011

Evîn

Ez ev gula çirmisî û bê pelg û rengim

tenê rûniştime deştê bê av û dengim

hêviya teme berku rojek yan demek bihêy

tu baranî were, ba te geş û pir pelgim


****

Binale ey bilbila dilxwîn û lal

were gel min binale gel dilê kal

tu ji derdê payîz ez ji dûrî

binalîn da birîn derman bê îsal

****


Rûkê te agir û biskê te dûkel canê

lêvên hişk û çavên mest, şêt û şeyda kanê

dilê te ji dilê min bê xeber ma

nêçîrê xeyala bibe şêrê meydanê

****


Nêrgis ! eşqa te berda canê min agir

heya axiretê te şahî xirab kir

heger ji avê min derînî dê bimirim

emeg ji dunyaya masiyan te rakir!!

No comments: