Azad Kurdî
Darvekirina pênc
girtiyên siyasî ku 4 jê kurd bûn, du saliya xwe jî buhorand. Lê vê bûyerê pirr
bandorên mezin kirin ser civaka siyasî û sivîl a Rojhilatê Kurdistanê û tevgera
azadîxwaziya Kurdistanê û destkevtek mezin li pey xwe bi cîh hişt. Di 19ê
Gulana 2010an de, Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî, Elî
Heyderiyan û Ferhad Îslamiyan hatin darvekirin.
Ev biryar ne dadpewerane
û ne hiqûqî bû, ji ber ku ew girtiyên siyasî tenê bi sebebê raman û tevgerên
xwe yen azadîxwaziyê bi wî cezayê giran re rûbirû bûn, mafê wan girtiyên siyasî
ne darvekirin bû, ger sîstema cezayên îslamî yên Komara Îslamî nebûyana, jiyana
wan azadîxwazan wisa bi hêsanî nedihat standin. Ji ber ku ev girtî di dadgehên
çend deqîqeyî de bi cezayê giran ê darvekirinê hatin mehkûmkirin, bêy ku tu
belgeyek eşkere hebe ku wan kiryarek metirsîdar kiribe. Guneha wan kurdbûn û
xebat di rêya azadî, demokrasî, aştî û mafên neteweyî bû. Ferzad mamosteyê
dibistanê, rojnamevan û çalakvanê sivîl bû. Parêzerên wan girtiyan û mafnas
bawer in ku proseya doza wan şoreşgerên kurd dûrî çarçoveya hemû pîvan û
bingehên mafê mirov û qanûnên navneteweyî hat rêvebirin.
Piştî lidarvekirina
wan girtiyên siyasî, nerazîbûnên giştî li dijî vê kiryara rejîma desthilatdar
li Îranê di asta navxwe û navnetewî de da destpê kirin û heta niha jî ji rojevê
ne derketiye.
Herçiqas ji destdana
van şehîdan ji bo Kurdistanê derbeyek giran bû, lê şehîdbûna Ferzad Kemanger û
hevalên wî civaka Kurdistanê bêhtir ji caran hişyar kir û rabûnek nû hat
hestpêkirin. Ji xeynî vê yekê, bo yekemîn car hemû partiyên siyasî, çar roj
piştî darvekirina van girtiyên siyasî, gireva seranserî li Rojhilatê Kurdistanê
ragehandin. Nerazîbûnek sivîl a berfireh ku heta wê demê bê mînak bû. Ev yek
pêngavek neteweyî di navxweyê Kurdistanê de anî holê. Her eva bû ku karbidestên
Komara Îslamî heta niha jî ligel be, termê wan girtiyan radestî malbatên wan
nekirine û heta kes nizane ku li kuderê hatine veşartin!
Gireva seranserî li
23ê Gulanê û çar roj piştî îdamkirina van koma girtiyên siyasî Rojhilatê
Kurdistanê û parçeyên din jî hejand. Yekîtî, hevdengî, tebahî û hevxebatî
mifteya serkevtin û pêşveçûna hemû çalakî û xebatên siyasî, civakî û çandî ye.
Bi taybet ji bo hêzên siyasî ku xwedî helwêst û raman û armancên cuda yên
siyasî bin. Lê 19ê Gulanê hemû hêzên qada tevgera azadîxwaziya kurd li Rojhilatê
Kurdistanê anîn ba hev û gihîjandin vê bawerê ku bi yekdeng, yekhelwêst û
tebahî greva sivîl û giştî rabigehînin û bi vî awayî nerazîbûna xwe li hemberî
vê kiryara desthilatê nîşan bidin. Karek ku ceribandina wê destkevtên dîrokî li
pey xwe hiştin û pêdivî ye ku Kurdistan bi van çalakiyan bêhtir hêz û îradeya
xwe ya hişyar û rabûyî derbixe holê.
Di rastî de hemû
civatên xelkê Kurdistanê bi germî bersiva vê îrada yekgirtî ya hêzên siyasî dan
û tirs û xofek mezin xiste nav dilê Komara Îslamî. Hêvî xurttir bûn û bi vê
yekê civat û hêz û aliyên siyasî pirr baş gihîştin hev. Ji xwe mêjdem bû ku ev
yek ji hêzên nav tevgera kurd dihat çaverêkirin. Loma li 19ê Gulanê darvekirina
wan 4 girtiyên siyasî û ramanê li Kurdistanê îrade û hevalbendiya neteweyî zêde
xurt kir.
No comments:
Post a Comment