Azad Kurdî
Dema hikûmetek siyasetên radîkal li
dijî tenahiya civaka navdewletî dimeşîne û berevajî pîvan û peymanên
navneteweyî tevdigere, hêzên mezin ên cîhanê neçar dimînin reaksyonan nîşan bidin.
Çaxê liv û tevger ji bo razîkirina wan hikûmetan bi rêya diyalog û dîplomasiyê
ne mimkun dibe, hêzên mezin dest didin rêvebirina dorpêçên aborî û siyasî li
dijî wan desthilatan. Nimûneyên wiha di cîhanê de li 30 salên borî pirr in, wek
Kureya Bakur, Lîbya, Iraqa berê û Komara Îslamî ya Îranê, Sûriye û hwd ...
Di vê rewşê de çendîn diyardeyên civakî
û aborî serî hildidin ku berpirsyarê rewşa han rayedaranên wan welatan in di
serî de û zeremend û goriyên serekî jî xelk e. Rewşa niha ya Îranê vê yekê dide
xuyakirin. Hikûmetên ku rûbirûyê vê rewşê dibin, bêhtir sîstemên totalîter û
fandemental in ku ji ber îdeolojiya xwe xelkê dikin gorî û li dijî
berjewendiyên wan tevdigerin heya wan sûd û berjewendiyan biparêzin.
Dema ku civaka navdewletî derbarê
çalakî û tevgerên Komara Îslamî ya Îranê derbarê bernama etomî ya vê hikûmetê
bêhêvî bûn û ti encamek erênî ji gotûbêj û dîplomasiya demdirêj wernegirtin,
hewlên meşandina dorpêçên aborî û siyasî li dijî vê hikûmetê hatin destpêkirin.
Di destpêkê de rayedarên Komara
Îslamî îdea kirin ku dorpêç çiqas jî berfireh bin, nikarin bandorê bikin ser
aboriya welat û jiyana hevwelatiyan. Lê dema dorpêçên aborî li ser pîşesaziya
petrol, petroşîmî, gaz û bankên sereke yên Îranê xurt bûn û tevgerên bazirganî
yên fîrmayên mezin ên cîhanê kêm bûn, êdî wê demê rayedarên Komara Îslamî li
xwe hesiyan.
Tenê ji destpêka sala 2011’an heta
niha ku dorpêçên aborî li ser Îranê berfireh bûne, diyardeyên civakî û
pirsgirêkên aborî yên xelkê du qat zêde bûne. Buhayê alev û xwarin û vexwarin
her diçe zêde dibe, bêkarî berfirehtir bûye û pirraniya kedkaran karên xwe ji
dest dane yan çend meh in miaş û heqdestê xwe nestandine. Dehan karxane û
kargehên mezin ên hilberînê hatine girêdan û rastî kirîz û têkçûnê hatine,
hilberîna gaz û petrola Îranê pirr kêm bûye û niha rayedar jî îfadeyê bi
bandora dorpêçên berfireh ên civaka navdewletî li ser aboriya welat dikin.
Komara Îslamî vê mehê ragehand ku pileya enflasyona aborî giha 21.5 ji sedî, lê
çavkaniyên ne fermî vê hejmarê du qat zêdetir radigehînin û li herêmên mîna
Kurdistanê ku bêkarî û xizanî bêhtir heye, rêjeya han digihe ji sedî 40’ê jî.
Di rewşên wiha de xelk zêde diêşe û
zerarê dibîne. Er diçe diyardeyên civakî bêhtir dibin û pirsgirêkên aborî
jiyana xelkê rastî astengên mezin kirine. Dabînkirina debara jiyana rojane pirr
dijwar bûye, buhayê xwarin û vexwarinê heta qasekê zêde bûye û dibe ku hêza
kirîna xelkê gellek jêrde hatiye. Di vê navberê de xelkê hejar û kêmdahat, bi
taybet kedkar û zehmetkêş pirr jiyanek nexweş diqedînin. Zarokên dibistanê jî
niha bo debara jiyanê ketine tevgeran û li her sûk û bazaran zarok tên dîtin ku
ji bo qedandina jiyana rojane ya jiyana malbatên xwe kar dikin.
Di rewşa niha de çîn û qatên xizan
û hejar ên civaka Îranê, bi taybet herêmên derdpora Îranê ku netewe têde dijîn,
bêhtir ketine tengasiyan. Ji ber ku berê jî jiyan bo wan dijwar diqediya û
navçeyên Kurd, Belûç, Ereb û Turkmenên niştecih li Îranê di bin siyaseta
dorpêçên aborî û senetî ji aliyê hikûmeta Komara Îslamî ve rûbirû bûn. Niha
barê giran ê du dorpêçan dikşînin û jiyan ji xelkê tehl û nexweş bûye. Li gor
standardên cîhanî yên jiyanê dema hevwelatî ji bo dabînkirina alev û pêdiviyên
sereke yên jiyanê bikevin nav tengasî û zehmetiyan, ew jiyanek nexweş û
hejarane derbas dikin.
Lê tecrubeyên welatên ku xelkê xwe
rastî çarenûsek wisa kirine û rûbirûyê civaka navdewletî dibin, rewşa niha ku
li Îranê dom dike heta serî wiha nameşe û xelkê bêzar û nerazî di bin barê
giran ê debara jiyanê dê bêdengiyê bişkînin û rê nadin jiyana wan jî bibe
goriyê îdeolojî û tevgerên dîktatorane yên rayedaran bibe û heta vê qasê jî
jiyanek reş û nexwşe derbas bikin.
No comments:
Post a Comment