Siyaseta sansorkirina Komara Îslamî giha destana Xusro û Şîrîn |
Dengê Azad - Kurdpa: Berpirsyara Beşê Çandî ya Weşanxaneya ‘Peydayesh’ li Îranê, di daxuyaniyekê de bo Ajansa MEHR ragehand, destana Xusro û Şîrîn piştî 900 salan û di çapa heştem de ji aliyê Îdareya Pirtûkên Wezareta Çand û ‘Îrşad’ (rênîşaniya) Îslamî ya Îranê ve hat sansorkirin.
Ferîba Nebatî, di daxuyaniya xwe de sansorkirina vê çîrokê ne qanûnî da zanî û wiha got: “Hindek ji tekstên helbestan û peyvên asayî yên nav destanên helbestan wek: ‘Şekira lêv, hembêzkirin, çûna di xelwetê de, dest girtin’ û hwd... hatine guhertin û gelek zerer gehandiye bedewî û naveroka wan tekstên wê çîroka resen û gelêrî.”
Ferîba Nebatî bal kişand ser vê yekê ku heta niha 7 car çîroka Xusro û Şîrîn hatiye çapkirin, lê di çapa heştem de ji xeynî sansorkirina deq û tekstan, heta bergê pirtûkê jî ketiye ber sansorê û rayedaran ragihandiye ku corê berg û dîzayna destanê ligel deb û edetên civakê naguncin û bandorek nehênî çêdike.
Berpirsyara Beşê Çandî ya Weşanxaneya ‘Peydayesh’, herwiha diyar kir: “Encamdana wan corê sansor û pêkanîna astengan di karê pisporên çandî û çapemeniyê de me dilteng dike û ji xebatê dûr dixe.”
Komkirina berhemên çapkirî di 24’mîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Tehranê de, nimûneyek herî berçav e ji bo zêdebûna sansorkirina pirtûkên çandî û wêjeyî di Îranê de.
Berhemîn nivîskar û wêjevanên wek: Elî Eşref Derwîşiyan, Sadiq Hidayet, Semed Bêhrengî, Mehmûd Doletabadî, Ebas Merufî, Hoşeng Golşîrî, Elîriza Qasimî û gelek nivîskarên biyanî di Pêşangeha Pirtûkan a Tehranê de hatine komkirin. Vêna di demekê de ye ku piraniya berhemên wan nivîskaran di salên derbasbûyî de li Îranê û bi fermî ji aliyê Îdareya Çand û ‘Îrşad’ (rênîşaniya)a Îslamî ve moleta çapkirina fermî wergirtibûn û heta hindek jî çend car hatine çapkirin.
No comments:
Post a Comment